Ciwanên Azad: Divê her kêlî bibe kêlîka çalakiyê
Koordînasyona Ciwanên Azad ji bo destekdayina li grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyê bang li ciwanên Kurd kir û got, "her kêlî divê bibe kêlîka çalakiyan."
Koordînasyona Ciwanên Azad ji bo destekdayina li grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyê bang li ciwanên Kurd kir û got, "her kêlî divê bibe kêlîka çalakiyan."
Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo destekdayina li grevên birçîbûnê û avakirina raya giştî bang li ciwanên Kurd ên Ewropa kir ku dest bi çalakiyan bikin.
Di daxuyaniya koordînasyonê de hate gotin: "AKP û faşîzma Erdogan ji mêj ve ye ku li Kurdistanê polîtîkayên îmha û înkarê didomîne. Bi taybetî jî di demên dawî de ji bo ku pirsgirêkên xwe biqevêze û hebûna xwe domdar bike êrîş dibe ser Kurdan û hêzên demokrasiyê."
Bi berdewamî: "Ev ji 3 salan zêdetir e ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran dimeşîne û bi vî rengî jî bi temamî îmhakirina Kurdan daye ber xwe.
Piştî ku polîtîkayên wan ên qirêjî bi ser neketin dîkatatoriya faşîst a AKP û Erdogan hartir bûn û Kurd kirin hedefa xwe.
Li dijî van polîtîkayên qirêjî bi dehan girtiyên siyasî yên Kurd ev 50 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em jî vê têkoşîna berxwedanê ya ku ji Mazlûm Dogan hatiye wergirtin destek dikin.
BERXWEDANA ZINDANÊ YA ME YE
Em Ciwanên Azad ên Ewropa bi dirûşma 'berxwedana zindanê berxwedana me ye' di serî de li Rêber Apo bang dikin ku bi giyanê berxwedanê li girtiyan xwedî derdikevin.
Li ser vê zemînê em dibêjin ji niha û şûn de her kêlîl kêlîka çalakî û xwedîderketinê ye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku dest bi çalakiya bênavber bikin û ji dîktatoriyê re bibêjin na.
Ji niha û pê ve her kêlî kêliya çalakiyê ye. Sibe dibe ku pir dereng bikeve."