Ciwanekî din bi bombeya polêsan birîndar bû
Ciwanekî din bi bombeya polêsan birîndar bû
Ciwanekî din bi bombeya polêsan birîndar bû
Li Şişliya Stenbolê polêsan dest li girseya ku xwest meşê pêk bîne werdan. Di destwerdana polêsan de ciwanê bi navê Murat Cahan bi bombeya gazê ya polêsan ji çavê xwe ve birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Girseya ku bi boneya destwerdanên polêsan şermezar bike û piştgiriyê bide berxwedanên Parqa Geziyê xwestin ji Osmanbey û Şişliyê heta Taksimê meşekê pêk bînin. Girseyê piştî dest bi meşê kirin, polêsan bi bombeyên gazê dest werdan. Di destwerdanê de polêsan bombeyên gazê bikar anî û ciwanê bi navê Murat Cahan ji çavê wî de birîndar kirin. Cahan, ku ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê. Pevçûna di nava komê û polêsan de li Şişliyê berdewam dike.