Ciwaneke Kurd li ser sînorê Libnan û Sûriyeyê winda bû

Ciwaneke Kurd li ser sînorê Libnan û Sûriyeyê winda bû

Ciwanê kurd Şêraz Fewzî Sincar ê ji Kobanê ji ber rewşa aborî ya zehmet koçî Libnanê kiribû, li wir dixebitî, dema ji Libnanê vedigeriya Kurdistanê li ser sînor winda bû.

Ciwanê Kurd Şêraz Fewzî Sincar ê ji Kobanê, ji ber rewşa aborî ya zehmet bi armanca kar bike ji Kobanê berê xwe dabû Libnanê. Beriya 8 rojan dema ku Şêraz dixwest vegere mala xwe ya li Kurdistanê, li ser sînorê Libnan û Sûriyeyê hemû agahî jê qutbûn û ji wê rojê de ciwanê Kurd winda ye.

Malbata Şêraz diyar kir ku tevî hemû hewldanan tu agahî ji Şêraz nehatiye bidestxistin. Her wiha malbatê bang li her kesê ku agahiyên wan li ser Şêraz hebe, bi rêya telefonê li wan bigerin. Telefona Suriyeyê 00963991136793/ Telefona Libnanê 00961767036668