Ciwanê kurd yê polîs lêxist, kor bû

Ciwanê kurd yê polîs lêxist, kor bû

Li Antalyayê di 2’ê Hezîranê de bi armanca piştgiriya bo berxwedana Parqa Gezî çalakî pêk hat. Xwendekarên kurd Vedat Oguz yê 18 salî bi hevalên xwe re tevli bû.

Di çalakiyê de bombeya gazê îsabetê ruyê Vedat Oguz kir. Oguzê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Fakulteyê ya Tipê ya Zanîngeha Akdenîzê. Ligel hemû mudaxaleyan çave xwe yê rastî wenda kir  Oguzê ku hestiyê ruyê wî parçe bû dê di rojên pêş de dîsa emeliyat bibe.

Vedat Oguz ku di sala 1994’an de li Gerçuş a Êlihê li gundê Himediyê  hat dinê, ji berk u gundê wan şewitî malbata wî koçî Antalyayê kir.  Bavê wî Abdulkerîn Oguz (47) diyar kir ku dê pişa vê bûherê bernedin û ji berpirsan hesab bipirsin.

Parêzerê malbatê yê ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, parêzer Sîdar Ozturk  diyar kir ku dê der barê hemû kesê berpirsyar de dozê vebikin.

Ozturk got: “Ev bûyer bi qestî û hedefgirtinê pêk hatiye. Di destê me de di dema bûyerê de dîmen hene. Di warê hiqûqî û cezayî de çi bê kirin emê bikin. Bila berpirs bên cezakirin.

POLÎS HEDEF NÎŞAN DA

Ozturk diyar kir ku çalakiya ku li ser riya hawirdorê ya Antalyayê saet di 20.00’an dest pê kir  û li nêzî avajiya AKP’ê pêk hat Oguz jî tevli bûye û got: “Li gorî agahiyên kesên li wir, polîs bi wesayîtên zirxî tê cihê bûyerê û di navbereke nêz Oguz dike hedef û bombeya gazê davêje ruyê wî. Vedat ji ser hişê xwe diçe û yên derdorê radikin nexweşxanê.  Li beşa lezgîn mudaxaleya yekemîn dikin û tê tespîtkirin ku ji 4-5 metreyî nêz ve ev bombeya gazê lê ketiye.

ÇAVÊ XWE YÊ RASTÊ WENDA KIR

Ozturk destnîşan kir ku Vedat Oguz ji ber darbeya polîsan çavê xwe yê rastê wenda kiriye û hestiyê ruyê wî jî parçe bûye, dêfina wî şikestiye.  Ozturk wiha got: “Di rojê pêş de em dê der barê hemû kesên berpirsyar de dozê vebikin. Niha em tenê dikarin bê jin ku polîsan hêza bê sînor bikaraniye. Yanî bi aşkera sûc kiriye.