Ciwanê Kurd Servet Benlî hat defnkirin

Ciwanê Kurd Servet Benlî hat defnkirin

Ciwanê Kurd Servet Benlî yê li Danîmarka jiyana xwe ji dest da hat defnkirin.

Ciwanê Kurd Servet Benlî yê 23 salî ku ji ber nexweşiyên xwe Şemiya buhrî li Danîmarkayê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. Tabûta Benlî li ser wesiyeta wî bi kesk û sor zer hat xemilandin.

Servet Benlî yê li Zanîngeha Roskîlde beşa, “rêveberiya siyasî” dixwend, di nav Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarka de bi awayekî aktîf dixebitî.  Servet Benlî yê di heman demê de birayê siyasetmedarê Kurd Serdar Sari ye, di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi awayekî aktîf dixebitî.

Benlî di dawiya Hezîranê de beriya ku nexweş bikeve di roportaja ku dabû nudem.dk de diyar kiribû ku ti carî ji koka xwe ya Kurdîtiyê dûr neketine û wiha axivîbû: “Ez Kurdekî ku li Danîmarkayê hatime dinyayê. Berî niha bi sedsalan em sirgûnî Anatolyayê hatine kirin. Dayik û bavê min li gundê Bumsuz ê Enqereyê hatine dinyayê ji eşîreta Rişvan in.”