Ciwanan li Berlînê bend danîn
Li Berlînê Ciwanên Azad û rêxistinên çep ên Elman bi şîara “Kolan û Qad bila yên me be” çalakiyek li dar xistin. Ciwanên ku bend danîn, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê silav kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê endamên Ciwanên Azad û rêxistinên çep ji bo li dijî zextên polîsan ên li hember herêmên ku komên otonom lê dijîn, polîtîkayên ji jîngehên wan dûrxistinê û ji bo berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê silav bikin û balê bikişînin li ser êrîşên li Kurdistanê, gotin “Em rê nadin gef li azadiya me bên kirin” û “Berxwedan jiyane”. Ciwanan li Qada Dottbûsser Torê bend danîn.
‘KOLAN, QAD BILA BIBIN ÊN ME’
Di daxuyaniya çalakiyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd êdî dikare qedera xwe bi xwe xêz bike û ev 40 sal in li hember êrîş û polîtîkayên helandinê yên dewleta Tirk şer dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji hilbijartina 1’ê Mijdarê heta niha li hember Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd zext, operasyonên leşkerî didomin. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Li Bakurê Sûriyeyê, Tevgera Azadiyê fikrê konfederalîzma demokratîk xiste meriyetê. Kooperatîfên ku pêdiviyên hem gelê Bakur hem jî gelê Rojava pêşwazî dikin, yekîneyên asayîşê, dibistanên azad û meclîsên jinan hatine avakirin.”
‘DEWLETA ELMAN BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK ÊRÎŞÎ BEŞÊN SOSYALÎST DIKE’
Ciwanan dan xuyakirin ku li Berlînê ev demeke êrîşên bi sîstematîk ên dewleta Elman li hember deverên şoreşger tên meşandin û polîtîkayên valakirinê di meriyetê de ne. Ciwanan bi bîr xistin ku herêma Bakurê Frîedrîchshaîn ji Mijdara 2015’an ve weke ‘Herêma bi xeternak’ hatiye îlankirin û di nav zextên giran de ne û her roj di bin kontrolkirinan de ye.”
Ciwanan ev bang kirin: “Em destûrê ji kesên ku her roj kuştinan dikin û welatiyan der sînor dikin û êşkenceyê dikin naxwazin. Em ji dewlet û polîsan bawer nakin. Em bang li her kesî dikin ku li gel me dakevin kolanan. Guhertin tenê bi têkoşîna mil bi mil û piştgiriyê teqez dibe.”