Ciwanan komploya navnetewî şermezar kirin

Endamên Ciwanên Azad li Soîsson a Fransa û li Wînterthur a Swîsre Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li bajarê Soîsson a Fransa encamên Ciwanên Azad Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar kirin.

Endamên Ciwanên Azad bi dehan wesayitên ku alayên PKK’ê û postorên Ocalan xemilandibûn konvoyek çêkirin û li kolanên bajêr geriyan. Piştî çalakiya konvoyê ku dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin, ciwan li navenda bajêr, li meydana azadiyê hatin cem hev û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em weke ciwanên Kurd ji niha û pê de li dijî hêzên komploger û faşîzma Erdogan-AKP’ê divê em li her deverê têbikoşin.’’

WINTERTHUR

Li bajarê Wînterthur a Swîsreyê jî endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwan li li navenda bajêr meşiyan û dirûşmên, ‘’Bijî Ocalan, Ji Ocalan re azadî, bijî hevgirtina navnetewî, bijî Serok Apo’’ berz kirin.