Ciwanan bang kirin: 3 roj man, em dengê xwe bidin

Dengdana li Ewropayê piştî 3 rojan diqede. Ciwanan diyar kirin ku di 3 rojên dawî de divê her kes dengê xwe bidin û işare bi girîngiya serketina HDP'ê kirin.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Kurdistanê, dengdana li derveyî welat piştî 3 rojan diqede. Ciwanên Kurd ên li Ewropayê bang li her kesî kirin ku van sê rojên dawî biçin cihên dengdanê û dengê xwe bidin HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

'HDP NÊRÎNA CIWANAN TEMSÎL DIKE'

Nûnerê Ciwanên Azad ê Eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê Alî Mahsûn destnîşan kir ku yekane partiya li ber faşîzm û dîktatoriyê radibe HDP ye û got, "Selahattîn Demîrtaş û gelek rêveber û endamên partiyê hatine girtin. Wekî din li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Kî li ber vê sîstemê radibe tê girtin. Îradeya ciwanan di girtîgehê de ye.

Ji ber vê yekê em ê destekê bidin HDP'ê. Ji ber ku paşeroja me di nava HDP'ê û siyaseta wê de ye. HDP nûnertiya nêrîna paqij a ciwanan dike. Ji ber ku HDP demokrasî, azadî û mafên jinan diparêze. Lewma banga me li ciwanan e ku biçin cihên dengdanê û dengê xwe bidin HDP'ê."

'DIVÊ HER KES BIÇE SER NAVENDÊN DENGDANÊ Û DENGÊ XWE BIDIN'

Şîlan Hevsel ku li beşa Aboriyê ya Zanîngeha Kolnê xwendekar e, li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Kolnê dengê xwe daye HDP'ê û Demîrtaş. Hevsel got, "Gelek sedemên min hene, ji ber ku min dengê xwe daye HDP'ê. Beriya her tiştî namzetê Serokkomariyê Demîrtaş û bi hezaran hevalên wî yên 6 milyon deng stendiye girtî ne. Tevî vê yekê gelek akademîsyen, rojnamevan û mûxalîf li girtîgehê ne. Wekî din zexteke giran li ser mirovên xwedî nêrînên cuda ne tê kirin. Li Cizîr, Sûr û Nisêbînê mirov li naverastê hatin kuştin. Li dijî van hemûyan, yekane partiya ku biratî, wekhevî û aştiyê bîne HDP ye. Lewma min dengê xwe da HDP'ê."

Hevsel bang li her kesî kir ku ji bo aştî û azadiyê dengê xwe bidin û got, "Dengek gelekî girîng e. Eger daxwaza aştî, biratî û jiyaneke azad tê kirin, 3 roj mane. Divê her kes biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş. Yekane rêya me ya rizgariyê ev e."