Meclisa Ciwanên Kongreya Demokratik ya Gelan (HDK) a Stenbolê, ji bo Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ku 3 sal berê li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi bîr bînin meşek girseyî pêk anîn. Xwendekarên Zanîngeha Sakarya jî Erdem bibîr anîn.
Xwendekarê pola 3'emîn ya Metematîkê yê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ku di 6'ê Kanûna 2009'an de ji aliyê polîsan ve li Amedê hate qetilkirin, li Stenbol û Sakaryayê ji aliye ciwanan ve hate bibîranin. Meclisa Ciwanên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) a Stenbolê, ji bo Erdem li Qada Tunelê ya Stenbolê kom bûn û heta tramwaya Taksimê meşek pêk anîn. Koma ciwanan pankarta "Aydin Erdem dijî. Şehîd namirin" vekirin û wêneyên Erdem rakirin. Ciwan di bin barana zêde de meşiyan û sloganên "Kurdistan goristan ji bo faşîstan", "Dewleta qatil dê hesab bide" û "Polîsê qatil dê hesab bide" qîriyan. Şerzan Kurt, Mahsun Karaoglan, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz bilind kirin.
Endamê meclîsa Ciwanan ê HDK'ê yê Stenbolê Ridvan Ozturk li vir daxuyani da û diyar kir ku, Aydin Erdem 3 sal berê hate qetilkirin û hêj kujer nehatiye darizandin. Ozturk da zanîn ku, ji ber di hiqûqa Tirkiyeyê de tiştek derneket dosya Erdem birin Dadgeha Mafen Mirovan ya Ewropayê. Ozturk anî ziman ku, kujer nehatin darizandin, lê kesên kuştina erdem şermezar kirin jê 7 xwendekar rastî 54 sal ceza hatin.
Xwendekarên Zanîngeha Stnebolê jî li Qada Hergele ya Fakulteya Wêjeyê bi pankartekê kuştina Erdem şerezar kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Sakaryayê jî Aydin Erdem bibîr anîn. Xwendekarên zanîngehê ji bo Erdem li ber AKM'ê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran di çalakiyê de slogana "Aydin Erdem nemire" berz kirin. Li ser navê xwendekaran Şehnaz Yildiz daxuyanî da û diyar kir ku, kujerên Aydin Erdem ji aliyê dewletê ve tên parastin. Yildiz da zanîn ku, berpirsiyarê kuştina Aydin Erdem dewlet e û Aydin Erdem ji aliyê polîsan ve bi fermana Serokwezîr Erdogan hatiye qetilkirin. Yildiz xwest kujer bên darizandin û cezakirin.