Ciwan dê lîstika AKP’ê xirab bikin
Ciwan dê lîstika AKP’ê xirab bikin
Ciwan dê lîstika AKP’ê xirab bikin
Êrîşên hovane yên polîsên tirk ku di 1’ê Gulanê de li hemberî welatiyan pêk anîn hêj di rojevê de ye û vê carê jî xwendekarên ku xwestin komkujiya Reyhanli protesto bikin rastî bombeyên gazê hatin. Her wiha bikaranîn guleyên plastîk ya polîsan jî bal kişand. Polîsan 6 xwendekar bi giranî birîndar kir û du heb ji Zanîngeha Stenbolê ya Fakulteya Tibê Can Gungor pola 3’emîn û yê din jî Planasaiya Herêmî ya Bajarvanî ÎTU Serkan Polat bû. Gungor da zanîn ku polîsan bi ew zanebûn hedef girtiye û got: “Ez ji pişt serê xwe birîndar bûm. Tasa serê min xesar dît. Destpêkê ez çûm Nexweşxaneya Îlk Yardim a Takîmsê. 6 dirûn avêtin serê min. Ciwan dê vê lîstika AKP’ê xirab bikin.
BI ÇEKA BOMBEYA GAZÊ SER MIN DE HAT
Gungor da zanîn bi armanca protestokirina êrîşa Reyhanli, ji bo ku meşekê ji Dolmabahşe heta serokwezîrtiyê pêk bînin hatin cem hev û got: “xwendekarên 7 zanîngehan hatin cev. Lê polîsan barîkat danî. Di carekê de ava tazyîkê û bombeyên gazê avêtin me. Ji ber av û bombeya gazê xwendekar li dora mizgeftê kom bûn. Me xwest em berbi Karataş biçin. Lê ligel ku em belav bûn jî polîsan da pişt me.
Dema em direviyan, darbeyeke tun li pişt amin ket. Min nedizanî çi ye. Dema min nêrî polîsê hêzên çevîk bûn. Bi çeka bombeya gazê nîşana min girt. Min hîs kir ku dê l imin bixe. Min carekê de dît ku jiserê min xwîn diherike. Hevalên min hatin alîkariya min. Li pişt min 4 caran gule berdan.
EWLEHIYA DIBISTANÊ JÎ DIJUN LI ME KIR
Gungor berdewamiya bûyerê wiha got: “Em hatin ber zanîngeha Hunerên Xweşik ya Mîmar Sînan. Li vir jî nêzîkatiya zanîngehê ya keyfî derket pêşberî me. Min serê xwe yê birîndar nîşanê wan da lê derî venekirin û dijûn kirin. Xwendekaran bi zorê vekir. Ji îdareya dibistanê kesî alîkarî neda min. Hevalan ji wir ez birim nexweşxana Îlk Yardim a Taksîmê û durin avêtin serê min.”
CIWANÊN KU HESAB DIPIRSIN NAXWAZIN
Gungot diyar kir ku erîşa polîsan ji qestî bû û got: “Armanca wan ne rawestandin, êrişkirin bû. Ligel ku girse belav bû jî polîsan da pişt me. Li wir ciwanan dixwest tiştekî bêje. Lê tehebulê vê nekirin. Sedema wê jî eve ku berpris neyê dîtin. Ev faşîzm e. Hem li pişt bûyera Reyhali û hem j îli pişt êrîşa me AKP heye. AKP ji ciwanên ku hesab dipirse, ditirese. Ciwan dê vê lîstika AKP’ê xera bike.”