Civînên gel li Farqîn û Qoserê pêk hatin
Civînên gel li Farqîn û Qoserê pêk hatin
Civînên gel li Farqîn û Qoserê pêk hatin
Civînên gel ên BDP û KCD'ê bi dirûşmeya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyanek Azad" destpê kirin, li navçeyên Farqîn û Qoserê dewam kirin. Di civînan de welatiyan diyar kirin ku divê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
FARQÎN
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê BDP'ê ve civînên taxan hatin li darxistin di civînê de pêvajoya siyasî hat nîqaşkirin û avakirina komisyonên taxan jî berdewam dikin. Civîna gel a ku li taxa Mescîtê pêk hat nûnerên BDP'ê, Endamên meclisê yên şaredariyê, muxtarên taxan, piraniya wê jin bi dehan kes beşdarbûn. Civîna ku li mala şêniyê ya taxa Mescîtê pêk hat. Civîn destpêkê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdê têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî deqeyet rêzgirtinê di derbarê pêvajoyê de agahî hatin dayîn, nîqaş hatin kirin. Li ser pêşniyara welatiyên ku beşdarî civînê bûn biryar hat girtin ku komisyona taxê were avakirin.
QOSER
Civînên gel ên ku BDP'a Qoserê û KCD bi şîara 'pêvajoya rizgariya demokratîk' tên lidarxistin ya 5'emîn li taxa Koçhîsarê hat lidarxistin. Di civîna ku alên KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de endamê PM'a BDP'ê Fesîh Ozel, serokê BDP'a Qoserê Fettah tekîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, endamên KCD, MEYADER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, endamên meclisa şaredariyê û bi hezaran kes tevli bû. Civîna ku bê navber dirûşên 'Bijî Serok Apo' û 'PKK gel e gel li vir e' hatin berzkirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de bi raya giştî re hat parvekirin, hat xwendin. Piştî peyamê serokê BDP'a navçeyê û şaredar jî têkildarî pêvajiyê nêrînên xwe bi şêniyên taxê re parve kirin. Piştî axaftinan şêniyên taxê jî nêrînên xwe anîn ziman. Şêniya taxê Husna Budak diyar kir ku mirov nikare ji bo niha ji vê rewşê re bibêje aştî û destnîşan kir ku mirov encax jê re bibêje pêvajo. Budak axaftina xwe wiha domand: "Divê ku her kes peywira dikeve ser milê wî bîne cih. Em dixwazin ku Serokatiya me azad bibe. Em dev ji vê daxwazê bernadin. Êdî bes e bila xwîn neherike. Bila stêrkên çavên dayikan ziwa bibin. Serokwezîr Erdogan ê te jî dilê te heye. Li cihekî dibêjî aştî li aliyê din şer pêş dixî, ev yek wiha nabe. Em silavên xwe ji birêz Ocalan û gerîlayên xwe re rê dikin." Piştî axaftinên hatin kirin Koma Esmer derket ser dikê û bi stranên xwe ve girse coşandin.