Civînên gel ên BDP û KCD'ê dewam dikin

Civînên gel ên BDP û KCD'ê dewam dikin

Civînên gel ên BDP'ê û KCD'ê ji bo çareseriya demokratîk ên bi dirûşma "Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" daye destpêkirin, dewam dike. BDP'ê li Wan, Mêrdîn, Şirnexê civîn pêk anîn, li Dîlokê esnaf ziyaret kirin û li Rihayê jî ji bo civînan belavokên bangê belav kirin.

PAYIZAVA

Rêxistina BDP'ê û KCD'ê ji bo pêvajoya siyasî bi gel re parve bike û daxwazên gel bigire civinên xwe yên li tax, gund, navçe û bajaran dewam dike. Rêxistina BDP'ê ya Payizava ya Wanê bi heman armancê li salona Konferansê ya Yurta Xwendekarên Jin a ÎMKB'ê civina gel pêk anî. Di civînê de bûyerên dawî yên nava pêvajoyê bi gel re hat parvekirin û nêrîn û daxwazên gel ên der barê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman.

SÎLOPÎ

Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî KCD'ê û BDP'ê civîna gel pêk anî. Li taxên Yenîşehîr, Nuh û Cudî civinên gel hatin lidarxistin. Di civîne de endam û rêveberên. Li vir pankartên "Em pengava rızgariya demokratik silav dikin" hat vekirin û siloganên "Biji Serok Apo" berz kir.

DÊRIK

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî bi heman armancê civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ku reveberên BDP û KCD'ê beşdar bûn de li gundê Heboşiyê bi sedan welatî amade bûn.

QOSER

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî li gundên Tahtok, (Medê Heyto, Mustafamillik, Golî civînên gel pêk anîn. Li vir jî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên KCK û BDP'ê hatin vekirin. Di civînê de li ser pêvajoyê agahdarî hat kirin û nerînên geh hatin guhdarkirin

DÎLOK

Rexistina BDP'ê ya Dîlokê jî beriya civîna sibê ku li Dîlokê pêk bîne dikandar ziyaret kirin û xwestin her kes beşdarî civînê bibin. Di civîna sibê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê û rêveberên BDP'ê jî cih bigirin. Heyeta BDP'ê dê sibê saet di 13.00'an de li balafirgehê bên pêşwazîkirin û saet di 15.00'an de biçe Nîzîpê û saet di 17.00'an de jî dêli navçeya Şehitkamilê civînê pêk bîne. Dê saet di 19.00'an de jî li Otela Ravanda bi saziyên sivîl ên civakî re civînê pêk bîne.

RIHA

Rêxistina BDP'e ya Rihayê jî bi heman armancê dê di rojên pêş de bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û parlamenterên BDP'ê civîna pêk bîne. Ji bo banga civînan û pêşwazîkirina heyetê li taxa Eyyubiye û Eyyup Peygamberê belavok hatin belavkirin û dikandar hatin ziyaretkirin. Yildiztekin, diyar kir ku di 13'ê Gulanê de heyeta BDP'ê dê saet di 10.30'an de bê pêşwazîkirin û saet di 12.00'an de li Xelfetî, saet di 14.30'an de li Pirsûsê, saet di 18.00'an de li Wêranşarê civînên gel pêk bînin. Di 14'ê Gulanêde jî saet di 10.00'an de li Serêkanîyê saet di 13.30'an de li Siverekê û saet di 17.00'an de li Rihayê civînên gel pêk bînin. Saet di 20.00'an de jî li Mozaik AVM'ê bi saziyên sivîl ên civakî re bên cem hev.

HEZEX

Li navçeya Hezexê jî dê sibê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş û parlamenterên BDP'ê civîna gel bê lidarxistin. Heyet piştre dê derbasî Şirnexê bibin.