Civîna gel a li Amesterdamê: Divê em tecrîdê bişikînin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay beşdarî civîna gel a li Amsterdamê bû û got, divê tecrîda li Îmraliyê were şikandin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay beşdarî civîna gel a li Amsterdamê bû û got, divê tecrîda li Îmraliyê were şikandin.
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi tevlîbûna yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç civîna gel hat lidarxistin.
Civîn li avahiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk pêk hat û ewilî Hevserokê Meclîsa Gel Remzî Hoca axivî.
Piştre Hevserokê KCDK-E Koç mafê axaftinê girt û got, "Em dixwazin rewş û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihînin. Ev paradîgma êdî ne tenê li Kurdistanê, li qada navneteweyî jî tê nîqaşkirin. Heta ku mirov Birêz Ocalan fêhm nekin, nepêkan e mirov Rojava fêhm bikin. Ji ber ku ev ked, bi hewldana Ocalan afiriye."
GUNAY: BERXWEDANA GEL DIYARKER E
Ji parêzerên Ocalan Gunay jî bal kişand ser sîstema Îmraliyê ya bi rengekî bêhiqûqî dewam dike û got, "Anîna Ocalan û dîlgirtina wî, zext û tecrîda li ser gel bû. Hewl dan wî ji gel qut bikin û lîderiya wî biqedînin. Eger car carna mercên tecrîdê hatibin sistkirin, ev yek bi saya berxwedana gel bûye. Tecrîd hîn bêhtir tê şidandin û divê weke hedefa sereke, em vê tecrîdê ji holê rakin."
Parêzer Gunya da xuyakirin, ku Ocalan di parêznameyên xwe de destnîşan dikiye ku ev komplo pûç bûye û got, "Diyar kiribû ku yên ev komplo pûç kirine jî jin û ciwan in. Piştî ku komplo pêk hat, berxwedaneke gelekî mezin rû da. Li her cihê Kurd lê bûn, serhildanê dest pê kir. Di encama vê serhildan û berxwedanê de komplo bi ser neket."
Parêzer Ebrû Gunay got, Kurd û gelên din bi têkoşînê dikarin sîstemeke demokratîk li Rojhilata Navîn ava bikin.