Civîna Afrîka-YE ji bo astengkirina 'koçberiya ciwanan' e

Civîna welatên endamên Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên Afrîkayê, bi tevlîbûna 83 welatan dest pê kir, tekane armanca YE'yê ew e ku pêşî li penaberên ciwan ên Afrîkî bigire.

Li paytexta Peravên Diranê Fîlê Abîdjanê bi mijara 'Ji bo dahatuyeke domdar veberhênana ji bo ciwanan' civînek li dar e, di civînê de mijarên ewlehî û 'gefên terorî' têne gotûbêjkirin.

Di civînê de 28 welatên YE û her wiha 55 welatên Yekîtiya Afrîkayê jî hene. 83 serokdewlet û hikmet û her wiha nêzî 5 hezar nûnerên dewletan û civaka sivîl hazir in.

Lê di civînê de berevajî ya ku dihate payin tê rapirsîn bê ka YE li ser ciwanên Afrîkayê xwedî projeyeke cidî ye yan na. Tê zanîn ku YE dixwaze nêzî 200 hezar koçberên ku di ser Libyayê re têne YE’yê asteng bike.

YE ji vê civînê armanc dike ku nifûsa ciwan a ku ber bi Ewropa diçe asteng bike. Lê li welatên Afrîkî ku nifûsa wan di ser 1,2 milyarî re ye rêjeya nifûsa ciwan 60 ji 100’î ye. Ji bêkariya li parzemînê herî pir ciwan bibandor dibin.

Tê payin ku nifûsa parzemînê heta 2050’î ji 2,5 milyarî derbas bibe, hejartirîn welatên dinayê dîsa yên Afrîkayê ne.