Civîna ÛETD ya li Goteborgê hate betalkirin

ÛETD a ku rêxistina AKP’ê ya li Ewropa bi erka sîxûriyê radibe, li ser nerazîbûnên ku wê ji bo piştigiriyê bidin artêşa Tirk a dagirker civîna li Goteborg a Swîsreyê hate betalkirin.

Hatibû ragihandin ku ÛETD ji bo alîkarîkirina Mehmetçîk Vakfi bike, wê 7’ê Nîsanê li dibistana Seretayî ya Bjûslettenê aktivîteyek lidar bixista û wê rojnamevan û nivîskar Mîna Dev jî weke qiseker tevlî bibûna.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bihîstin wê wê ji bo artêşa Tirk pere bê berhevkirin, li ser tevnên civakî û bi rêya telefona rêveberên dibistanê bi alîkarîkirina dagirkeriyê sûcdar kirin û daxwaza betalkirina civînê kirin.

Li ser narazîbûnan rêveberê dibistanê, li xwe mikur hat ku ji bo civîna ÛETD’ê civîn lidar bixin cih nedaye. Serokê ŞAxê ÛETD ê Goteborgê Harûn Ûzel jî li ser tevna civakî got: “Ji ber zextan” civîn hatiye betalkirin.

Têkildarî mijarê Midura Dibistana Seretayî Monîka Blom a ji bersiva pirsên ANF’ê da, diyar kir ku salon ji bo alîgirên demokratîk hatiye kirêkirin, ne ji ji bo ÛETD’ê. Blom bibîr xist ku bê ku agahiya wê hebe, têkildarî kesên ku bi afîşan agahdar kirine ku wê li dibistana wan civîn weke kirin, ji bo polîsan gilî kiriye.

Li gorî lêkolînê ANF’ê, salona li dibistanê ne ji aliyê ÛETD’ê ve ji aliyê komeleya mizgeftên girêdayî Serokatiya Karê Diyanetê ya Goteborgê ve hatiye kirêkirin. ÛETD a bi karên li ser navê dewleta Tirk dike û sîxûriyê hate tehşîrkirin, ji bo cih kirêkirinê mizgeftên girêdayî Diyanetê bikar tîne.