Civaka Êzidî li dijî êrîşa PDK'ê dadikevin qadan
Civaka Êzidî yên li bajarê Hannover û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşa PDK'ê ya li ser Şengalê çalakiyan wê lidarbixin.
Civaka Êzidî yên li bajarê Hannover û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşa PDK'ê ya li ser Şengalê çalakiyan wê lidarbixin.
Çalakiya protestokirina êrîşa PDK'ê sibehê seat 13:00'an li Schillkerdenkmal a bajarê Elmanya Hannoverê tê lidarxitin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Çanda Celle Êzidiyan ve tê organîzekirin bi daxuyaniyekî nivîskî nerazîbûn tund dijî êrîşa PDK'ê hat dayîn û bang li Kurdistaniyan hat kirin ku dijî van êrîşan derbikevin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, bi fermana Erdogan û AKP'ê biryara êrîşkirina li ser Rojava û Şengalê girtiye. Pêwîste dijî van provakayonan helwest were nîşandan. Ji bo ji vê xeletiyê PDK paşve bizivire pêwîste zext li ser PDK'ê bê kirin û PDK bila îradeya azad û xweser ya civaka Êzidî nasbikin. Em ti caran li dijî êrîşên PDK'ê yên li ser Şengal û civaka Êzidî bêdeng namînin. Em ê ji hemû cîhanê re vê polîtikaya PDK'ê ya li ser Şengalê bibêjin. Em ê ti caran gelê xwe li beramberî hevkariya AKP/PDK û DAIŞ'ê bi tenê nehêlîn. Em di destpêkê de bi taybet gelê me yên li Ewropa dijîn bang dikin ku bila li dijî vê îxanetê bêndeng nemînin û dabikevin qadan."