CÎK'ê komkujiya li Brukselê şermezar kir: AKP'ê DAIŞ mezin kir
CÎK'ê komkujiya li Brukselê şermezar kir û işaret bi hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re kir.
CÎK'ê komkujiya li Brukselê şermezar kir û işaret bi hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re kir.
CÎK'ê komkujiya li Brukselê şermezar kir û işaret bi hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re kir.
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li paytexta Belçîka Brukselê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo hovîtiyên bi vî rengî li ser navê ola me neyên dubarekirin, em banga tevgera hevpar dikin" û hat destnîşankirin, ku AKP û çeteyên AKP'ê, dijminatiyê li mirovahiyê dikin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li gorî ola Îslamê eger mirovek bi neheqî bê qetilkirin, ev yek tê wateya qetilkirina tevahiya mirovahiyê û hat ragihandin, ku divê ti kes li pêşberî qetilkirina mirovên sivîl ên bêguneh, bêdeng nemînin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Divê Îslam ji van kiryarên qetilwarî û qirêj bê paqijkirin. Welatên Ewropa, hêzên li pişt mafê gerdûnî yê mirovan û hiqûqê, divê ji ber sedemên berjewendiyên biçûk nebin hevkarên polîtîkayên van dewletan."
Di daxuyaniya CÎK'ê de hat destnîşankirin, ku çeteyên DAIŞ'ê yên bûne belayê serê hemû cîhanê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xwedîkirin û mezinkirin.