Çîftyurek: Edî em jî dewletê nas nakin

Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek têkildarî biryara HDP'ê ya sekinandina karên xwe yên li Parlamentê got, eger dewlet wan nas neke ew jî dewletê nas nakin.

Li hemberî girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 8 parlamenterên HDP'ê nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek têkîldarî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê û biryara HDP'ê ya sekinandina karên xwe yên li parlamentê nêrînên xwe parve kir. Çîftyurek destnîşan kir gelê kurd dikare parlamentoya xwe li Amedê ava bike u bi awayekî azad xwe bi rêve bibe. 

'RÛYÊ AKP'Ê YÊ QIRÊJ LI HOLÊ YE'

Serokê Giştî yê OSP'ê Çîftyurek girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 8  parlamenteran şermezar kir û wiha axivî: “Bi rastî çi dibe bila bibe parlementerên ku ji aliyê gel ve bi milyonan dengan hatin hilbijartin divê niha li derve di nav gel û parlementoyê de siyasetê bikin. Lê hikûmet her tim siyaseta kurd asteng dike û herî dawî hikûmetê bi girtina parlementeran  re qirêjiyên xwe û ruyê xwe yê qirêj careke din derxist holê. Ev nayê qebûlkirin û ez wekî kurdekî vê helwesta AKP û Erdogan bi tundî şermezar dikim.”

'BILA LI AMEDÊ PARLAMENTOYA KURD BÊ AVAKIRIN'

Çîftyurek da zanîn ku dewlet dibêje ew hebûna gelê kurd nasnakin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em şaredaran hildibijêrin ew şaredarên me ji kar digirin û şûna wan qeyûman tayîn dikin. Em parlementeran hildibijêrin ew wan digirin û divêjin hundir. Ger ew me nas nekin em jî wan nas nakin. Pêşniyara min ji bo HDP’ê ew e ku ger hikûmet siyaseta xwe wiha berdewam bike, bila ew jî ji parlementoyê bi temamî vekişin û parlementoya xwe li Amedê ava bikin.”

'TI FERQA AKP, MHP Û CHP'Ê TINEYE'

Çîftyurek destnîşan kir ku ji avakirina komarê heta niha hemû partî û rêxistinên Tirkiyeyê gelê kurd wekî dijmin dîtin û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku mijara Kurd û Kurdistanê derket holê ji avakirina komarê heta niha hemû partî û rêxistinên Tirkiyeyê dibin yek û li hemberî gelê kurd siyasetekî kirêt didin meşandin û ji bo mafê gelê kurd tu gavan naavêjin. CHP jî û MHP jî li dijî siyaseta HDP’ê AKP’ê cûdatir nîn in. Hemû dibin yek û bi her awayî siyaseta HDP’ê nas nakin û mafê gelê kurd bi awayekî hovane binpê dikin.”

'SERKETIN A ME YE'

Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev rojên tarî wê derbas bibin û gelê me wê di van tengasiyan de bi berxwedanekî xurt derbikeve. Niha şûn de li Kurdistan û  Başûr serxwebûn dixwaze û Kurdistana Rojava ya Federasyon heye. Tu kes nikare niha şûn de bibêje Kurd tune ne. Bila dewleta tirk baş bizane ku gelê kurd di çar perçeyên Kurdistanê berxwedanê didin meşandin û xwedî maf in. Bila dewleta tirk nebêje kurd tune ne û siyasetmedarên kurd bigire biavêje hundir êdî bila dewleta tirk van tiştan ji  bîr bike. Em bawerin ku di demek nêz de em ê bi ser bikevin. Serketin a gelê kurd e.”