Çîçek: Bi xetên sor makeqanûnek nû ne mumkune
Çîçek: Bi xetên sor makeqanûnek nû ne mumkune
Çîçek: Bi xetên sor makeqanûnek nû ne mumkune
Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek nameya xwe ku têde diyar kir ku bi Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê re ji bo makeqanûneke nû bi giştî lihevkirineke dê çênebe, şand ji partiyan re.
Çîçek di nameya we de da zanîn ku bi Komîsyona Lihevkirina Mekeqanûna heyî re makeqanûneke tam çênebûye û ji AKP, CHP, MHP û BDP’ê re şand.
Çîçek di nameya xwe de wiha got: “Ligel qezencên girîng yên pêvajoyê, derketiye holê ku ji bo makeqanûneke nû lihevnekirine û tenê encamek yek alî derketiye holê. Ev encam wek sedema hebûna partiyên siyasî û hem jî 6’emîn xalên usulên xebatên hatiye dîtin û encam xetên sor yên ku îfade kirin û dest jê bernadin, derketiye holê.
Li dijî vê rewşê meşandina peywira min ya serokatiya komîsyona tu fêdeyê nade. Ji ber van sedeman ez nokteya xebatên makeqanûna nû di belgeya pêvek de ji bo nirxandina we pêşkêş dikim. Di rewşa ku ev bê erêkirin û bê xwestin de ev metn dê di malpera înternetê ya TBMM’ê de bê weşandin.”