Cîbûrî: Ya reform ya jî kaos
Serokê parlamentea Iraqê Selîmm Cibûrî, ji ber krîza siyasî ya li welêt hikûmeta Abadî sûcdar kir, ku di dema xwe de 'reform' bi cih naniye.
Serokê parlamentea Iraqê Selîmm Cibûrî, ji ber krîza siyasî ya li welêt hikûmeta Abadî sûcdar kir, ku di dema xwe de 'reform' bi cih naniye.
Cîbûrî ji hemû aliya xwest, ku ji ber berprisyariya dîrokî û neteweyî, ji bo çareserkirina krîzê alÎkariyê bidin hev û ji bo çareseriya pirsgirêkan işaret bi du rêyan kir.
Komîteya ku çalakiyên li 'Herêma Kesk' a Bexdayê organîze dike, bang li xwepêşandêran kir ku herêmê vala bikin.
Cîburî da zanîn, Iraq di qonaxeke krîtîk de ye û her du alternatîf bi vî rengî bilêv kir: "Ya em ê reforman pêk bînin, ya jî em ê şer û kaosê hilbijêrin. Rêya duyemîn ji aliyê kêm mirovan ve dikare bê hilbjiartin. Tercîha me rêya destpêkê ye."
LIHEVNEKIRIN DERFETAN DIDE TERORÊ
Cîbûrî ji qenaleke televîzyonê re axivî û li ser pirsgirêkên li Parlamenta Iraqê got, "Parlamenta Iraqê mala gelê Iraqê ye. Wan temsîl dike. Ev êrîşa li hemberî parlamentê bi rengekî vekirî binpêkirina qanûnan e. Mîna ku di qanûnê de hatiye diyarkirin, mafê kesî nîne gefê li jiyana mirovan, li mafên mirovan bixwe. Em hunrmetê nîşanî etnîk û baweriyên olî yên cuda didin. Hewldana reformê ji aliyê hikûmetê ve dereng hat xistin."
Cîbûrî ji hikûmetê xwest, ku der hal çareseriyekê ji krîza heyî re bibîne û got, "Pêwîste hikûmet di dema herî nêz de bi aliyan re rûnê û bûyeran biqedîne. Teror gefê li yekîtiya welêt dixwe. Lihevnekirinên heyî derfetan dide terorê."
KOMÎTEYA ÇALAKIYÊ: HERÊMA KESK VALA BIKIN
Di vê navberê de herêma ku çalakiyên li 'Herêma Kesk' a Bexdayê organîze dike, bang li xwepêşandêran kir ku herêmê vala bikin.
Di daxuyaniya komîteya amadekar de hat xwestin, Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê îstifa bikin, hikûmeteke teknokrat bê avakirin û reform bên destpêkirin. Komîteyê diayr kir, eger ev daxwaz bi cih neyê anîn ew ê careke din li herêmê vegerin û her çalakî wê ji bo wan rewa bin.