Cîbûrî wê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bike
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî diçe Başûrê Kurdistanê. Cîbûrî wê têkildarî krîza siyasî ya li Iraqê bi aliyên siyasî re rûnê.
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî diçe Başûrê Kurdistanê. Cîbûrî wê têkildarî krîza siyasî ya li Iraqê bi aliyên siyasî re rûnê.
Çav li rê ye Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî îro biçe Başûrê Kurdistanê. Hat hînbûn, Cîbûrî wê li Silêmaniyeyê danûstandinan bike û ji bilî partiyên Kurd wê bi koma Kurd a li Parlamenta Iraqê re jî hevdîtinê bike.
Koma Kurd, piştî ku alîgirên Sadr avahiya parlamentê ya li Bexdayê dagir kirin, vegeriyabû Başûrê Kurdistanê. Fraksiyonên Kurd roja 5'ê Gulanê li Silêmaniyeyê li hev civiya bûn û li ser liv û tevgera ji niha û pê ve axivî bûn.
Tevî koma Kurd a li parlamentê Cîbûrî wê bi nûnerên partiyên YNK, PDK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtû Îslamî re rûnê. Tê payîn li pêşniyar û nêrîna Kurdan a ji bo çareseriya krîzê guhdarî bike.