Çi xebatek dewletê ya di derbarê mayînan de tune ye

Çi xebatek dewletê ya di derbarê mayînan de tune ye

Li gorî lêkolîna herêmî ya Komeleya li Dijî Tundî û Hesasiyeta Civakî ya Amedê (DUY-DER) ku li Cizîrê li ser 483 mexdûrên ji ber zêdehiyên madeyên leşkerî yên ne teqiyayî û mayînan zirar dîtî, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayî zarok û ciwanin. Ji DUY-DER’ê Ozlem Ozturk balê dikişîne ser ku piraniya kesên bûne mexdûrê mayîn û madeyên zêde yên leşkerî mexdûrên koçberiyê ne û got; “Di vê mijarê de çi xebatek ya dewletê û sererastkirinek ya zagonî tuneye. Kesên ku vedigerin gundên xwe hêjan neçarin ku bi mayînan re jiyan bikin. Ev metirsiyekî cidiye.”

DUYA-DER ku sala 2008’an de li Amedê hate avakirin, li navçeya Cizîr ya Şirnexê derbarê mexdûrên ji mayîn û madeyên zêde yên leşkerî zirar dîtine lêkolînek pêkanî. Di xebatê de bi 483 kesên ku li navend Cizîr û ji gundên derdor serlêdana mexdûriyeta ji mayîn û madeyên zêde yên leşkerî re hevdîtin pêkanî. Armanca bingehîn ya xebatê di serî de zarok û mirovên ku li herêmê jiyan dikine, ev ji bo xelkê herêmê pirsgirêkek jiyanî ye.

Lêkolîn ji sedê 24 mexdûr bixwe û sedê 76 jî xizmê mexdûr digire nava xwe. Ji mexdûran 312 kes jî ewin yên ku bi koçberiyê hatin Şirnex û Cizîrê. Di lêkolîna ku têde balê dikişîne ser koçberiyên ji ber sedema pirsgirêkên ewlekarî yên li bajar, navçe û gundan jiyan bûne pêkhatine. 386 kesên ku ji mayîn û madeyên zêde yên leşkerî bandor bûne zilamin, 97 jî jinên mexdûr yan jî xizmên wan.

Dema ku mirov li madeyên zirar dane dinêre sedê 60,6 (292 kes) ji ber mayînan, sedê 26,6 (126 kes) ji madeyên zêde yên leşkerî, sedê 12,9 (62 kes) jî bi bombeyên dest zirar dîtine. Mijarek din ya lêkolînê jî qadên ku bûyer lê rû dane. Nîviyê bûyerên ku mexdûran jiyan kirine, li bejahiya gundên lê jiyan kirine rû dane, qismek mezin jî li rexê rêyên gundan rû dane. Li gorî lêkolîna li ser 483 kesan hatiye kirin, sedê 34.4 mirin, sedê 10.4 psîkolojîk travma û sedê 55.2 jî birîndarbûn yan jî zirarên ku rûdane digire nava xwe.

PIRANÎ ZAROK Û CIWANIN

Aliyek din ecêb yê lêkolînê piraniya mexdûran ji zarok û ciwana pêk tê. Di çarçoveya lêkolîna vê mijarê de jî ev dane wiha ne: “Di navbera temenê 0-7 34 kes, 8-12 salî 46, 13-18 92 kes, 19-30 143 kes,31-40 84 kes,41-50 43 kes, 51-60 jî 23 kes.”

Di beşa bûyer çawa çêbûne de jî hate tespîtkirin ku, dema di zeviyan de di xebitîn, pîknîk dikirin, seyahetê, lawir di çêrandin, dema dileyîstin û dema diçûn dibistanê bûyeran rû daye. mijarek din ya di çarçoveya lêkolînê jî de ji nîviya 483 kesên ku hevdîtin pêre hatiye kirin, hewildanekî ku zirara wan bê dayîn nehatiye kirin. Dozên ku bi armanca tanzîma zirarê hatine vekirin jî tenê nîviyê wan, tezmînat wergirtiye. Doza nêzî nîviyan jî hatiye redkirin.

Di beşa ku bûyer kengê rû dane de jî, piraniya xwe di navbera salên 1980-1995’an de rû da ne. Di navbera salên 1995-2005’an de kêmbûnek çêdibe. Lê belê di navbera salên 2005 û 2010’an de dîsan bilind bûnek tê dîtin. Her wiha di navbera salên 2010-2012’an de dîsan kêmbûnek çêdibe. Di lêkolînê de tê diyarkirin ku, ev encamê nîşaneyên rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û bitaybet jî nêzîkatiyên li hemberî pirsgirêka Kurd didin diyarkirin.

291 madeyên ku zirar dane mayînin, 62 bombeyên dest û 128 jî madeyên neteqiyayî ku piştî pevçûnan mayîne. Piştî teqînan zirarên ku di laş de çêbûyî û protez bikaranî jî hêjmara wan 73 kese, yên bikar jî naynin 199.

YÊN VEDIGERIN GUNDAN BI MAYÎNAN RE JIYAN DIKIN

Ji DUY-DER’ê Ozlem Ozturk ku jib o tevlî konferansa bi navê “Têgihîn, actor û pêvajoyên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd” ku ji aliyê Enstutuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DISA) û Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Nûnertiya Tirkiyeyê organîze kir li Enqereyê bû. Ozlem Ozturk destnîşan kir ku, di dema OHAL’ê de bi hezaran gund bizorê hatine valekirin, 5 milyon mirov bizorê koçber kirine. Ozturk aşkera kir ku, “ Ji bo vegera gundan zagon derxistin. Gelek kes nevegeriyan. Yên vegeriyan jî neçarman bi mayîn û madeyên zêde yên leşkerî re jiyan bikin.”

‘ZAROK DI METIRSIYÊ DE NÎNIN!’

Ozturk destnîşan kir ku, di dibistanên seretayî de bi armanca agahdarkirinê xebatên perwerdeyê dikin û mamosta jî daxilî vê xebatê kirine. Ozturk da zanîn ku, “Lê belê li herêmê weke rêxistinek sivîl xebatkirin ne hêsaniye. Ji ber ku pêşdaraza rêveberên mulkî û îdarî heye. weke din jî me xwest li dibsitanên Cizîrê xebatên perwerdeyê bikin, bes rêveberên herêmî ji me re gotin ev ne pedagojîke û gotin zarok ne di metirsiyê de ne! li gorî me jî rewş wisane, ji ber ku ev zarok jiyan nakin, ji ber wê mafdarin. Zarok ji ber mayîn û madeyên zêde yên leşkerî jiyana xwe ji dest didin. Helbet ev encamek ya pirsgirêka Kurde. Lê belê em dê xebatên xwe bidomînin. Di rojên pêş de dê xebatek din jî ya me çêbibe.”

XEBATEK YA DEWLETÊ TUNE YE

Ozturk bilêv kir ku, ji bo welatiyên ku ji mayînan zirar dîtine, dewlet tu xebatekê birêve nabe û wiha axivî: “ Tirkiyeyê sala 2003’an Hevpeymana Ottawa îmzekir. Lê belê ji bo paqijkirina mayînan xebatek cidî birêve nebir. Çawa ku, nexşe û hişyarî nehate kirin, xebatên perwerdeya rîskê û xebatên daneyan jî nehatin kirin. Çi sererastkirinekî zagonî jî tuneye. Ev qad ji bo mirov û bi taybet zarokan gelek xeterin. Weke din jî ji ber sedema ba, bahoz û baranê ev mayîn û madeyên zêde yên leşkerî cihê xwe diguherin. Di sala 2009’an de zagona derxistina mayînan hate derxistin, hinek mayînên li ser sînorê Sûriyeyê hatin paqijkirin. Lê belê mayînên li ser sînorê Iraq, Îran û di nava welat bixwe de hêjan hene.”

HEVPEYMANA OTTAWA LI SER KAXEZÊ MA

Hevpeymana Ottawa di 1’ê Gulana 1999’an de kete meriyetê, ev hevpeyman li dijî pirsgirêka mayînan ya li cîhanê her ku diçe mezin dibe, bikaranîna mayînên antî-personel, stokkirin, hilberîna wê, qedexeya transfer û îmhakirinê de ye. Hevpeymana Ottawa 146 welatan îmze kiriye û 131 welatan jî pesend kiriye. Tirkiyeyê jî di sala 2003’an de Hevpeymana Ottawa îmze kiriye. Tirkiyeya ku di sala 2004’an de ev hevpeyman naskir, ragihandibû ku heya sala 2014’an dê hemû mayînên di kontrola sînorê wan de rabikin. Lê belê daneyên ku di encama lêkolînan de derketin, derket holê ku di vê mijarê de tu xebatek nehatiye birêve birin, hevpeyman li ser kaxezê maye.

NÊZÎ MILYONEK MAYÎN HENE

Di rapora sala 2004’an ya ji aliyê Landmine Monîtor ku raporên mayînan yên navnetewî amade dike de jî, Tirkiyeyê di navbera salên 1957 û 1998’an de 936 hezar 663 mayîn çandine. Dîsan di navbera salên 1989-1992’an de 39 hezar 569 mayîn li herêmê bicih kirine. Her wiha di raporê de hate aşkera kirin ku, ji sala 2011’an û vir ve li Tirkiyeyê hêjmara mayînên çandî 981 hezar û 778 mayînin.