CHP: Hûn çima têkildarî Newroza Amedê lêpirsînê navekin?

CHP: Hûn çima têkildarî Newroza Amedê lêpirsînê navekin?

Parlementerê CHP’ê yê Tekîrdagê Emre Koprulu ji Wezîrê Navxweyî Muammer Guler di derbarê Newroza Amedê de pirs “Sedem çiye hêjan we lêpirsînek nedaye destpêkirin.”

CHP ya ku têkildarî pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin veditewişe, rageşiya di navbera xwe û AKP’ê de gihande “Tu çima li dijî Kurdan lêpirsînê navekî.”

Parlementerê CHP’ê Emre Koprulu têkildarî Newroza Amedê ya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde hat xwendin, ji bo Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler bersiv bide pêşniyar pirsek şand.

Koprulu îdîa dike ku, li Newroza Amedê ‘Tirkiye pêşkêşî provaya herêmî kiriye’ û diyarkir ku, Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî di mitînga posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin bilind kirin de, ‘di nerakirina ala Tirkan de’ temaşevan mane.

Kopruluyê CHP’yî ji wezîr pirsa, têkildarî bêdengiya li hemberî bûyeran ferman daye Midûriyeta Polîsan ya Amedê yan na û “Sedem çiye hêjan we lêpirsînek nedaye destpêkirin.”