Cezayên li rojnamevanên piştevanî dan Ozgur Gundemê erê kirin

Cezayên ku ji aliyê 14’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê ku ji bo rojnamevanên bi armanca piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundem a bi BHQ’ê hatibû girtin, ji aliyê Daîreya Ceza ya 3’an a Dadeha Edliyeya Herêma Stenbolê ve hate erêkirin.

Gelek rojnamevanên ji bo balê bikişînin ser zext û zoriyên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, piştevaniya wê kiribûn. Ji ber vê li gelek rojnamevanan ceza hatibû birîn. Cezayên ku Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê birîbû îro ji aliyê Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê ve hatin pesendkirin.

Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê cezayê li Dilşah Kocakayaî Ertûgrûl Mavîoglû, Huseyîn Akyol, Mehmet Celal Başlangiç, Mehmet fehîm Işik, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Omer Agin, Oncu Akgul, Veysel Kemer, Yuksel Ogûz û Celalettîn Can hatibûn birîn pesend kir.

Omer Agin, Veysel Kemer, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Yuksel Ogûz û CelalettîN Can bi "propagandaya rêxistinê, tehrîkirina ji bo sûc, pesindayîna sûc û sûcdar" hatibûn tawanbarkirin û paşê dadgehê din derbarê wan de biryara berdanê dabû. Dadgeha Îstinafê jî biryara dadgeha herêmî pesend kir.

Lê belê Dadgeha Îstinafê sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Ertûgrûl Mavîoglû, Fehîm Işik, Celal Başlangiç, Îhsan Çaralan, Oncu Akgul û Celalettîn Can hatibû birîn û 3 sal û 9 meh cezayê ku li Huseyîn Akyol hatibû birîn pesend kir.