Cezayê ji bo Kişanak û Tûncel hatî, hate xerakirin

Dadgeha Îstînafê biryara 30 sal cezayê ku Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel hatibû birîn, xera kir.

Cezayê ku ji bo Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate xera kirin. Kişanak û Tûncel ku zêdetirî 2 salan girtî bi hinceta “rêxistin ava kirin û rêveberin” û “Propagandaya rêxistinê kirine” cezayê girtîgehê hatibû dayîn û 14 sal 3 meh cezaya li Kişanak û 15 sal ceza li Tûncel hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê ya Edliyeya Herêma Dîlokê biryara dadgeha herêmî ya der barê Tuncel û Kişanak de xera kir.

Parêzer Mehmet Amîn Aktar li ser hesabê xwe yê tevna civakî biryar ragihand û got; “Cezayê ku ji bo Kişanak û Tûncel hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Edliyeya Herêma Dîlokê di encama lêkolînan de roja 17’ê Tîrmeha 2019’an biryara xirakirinê hate dayîn.”

Piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya Edliyeya Dîlokê dosya dîsan ji dadgeha yekemin re hate şandin.