Cezayê girtîgehê dane nûçegihan Candemîr
Ji ber nûçeyên ku çêkirine 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dane nûçegihan Oktay Candemîr.
Ji ber nûçeyên ku çêkirine 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dane nûçegihan Oktay Candemîr.
Danişîna duyemîn a bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê’ ya derbarê nûçegihan Oktay Candemîr hatî vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4. a Wanê hate dîti. Parezer Sevda Aydin tevlî rûniştinê bû.
Parezer Aydin di danişîna duyemîn de, ku ji ber 4 nûçeyên cuda doz li Candemîr vekirine, got, hêmanên propagandayê çênebûne, xebatên Candemîr divê di nav çarçoweya azadiya raman û çapemeniyê de werin nirxandin.
Candemîr ji 4 dosyaya ku kirine yek, ji 2’yan beraat stand, ji 2 dosyayan jî 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar. Dadgehê eşkerekirina hikm taloq kir.
Candemîr derbarê mijarê got dadgeh di mijara azadiya çapemeniyê de ne bi niyeteke baş in, biryar li gorî polîtîkayên berdest têne dayin. Candemîr got heman dadgehê derbarê nûçegihanekî de biryara beraatê daye lê cezayê girtîgehê lê biriye û got, hewl didin azadiya çapemeniyê bi darazê tasfiye bikin lê li gel ve jî ew ê xebatên xwe bê navber bidomînin