Cezayê girtîgehê dan Dogan ê ku kurê wî hatibû qetilkirin
Bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye 10 meh cezayê girtîgehê li Mûstefa Dogan hate birîn ê ku kurê wî Guney Dogan di 10’ê Cotmehê de di Qetlîama Enqereyê de hatibû qetilkirin.
Bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye 10 meh cezayê girtîgehê li Mûstefa Dogan hate birîn ê ku kurê wî Guney Dogan di 10’ê Cotmehê de di Qetlîama Enqereyê de hatibû qetilkirin.
Bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye 10 meh cezayê girtîgehê li Mûstefa Dogan hate birîn ê ku kurê wî Guney Dogan di 10’ê Cotmehê de di Qetlîama Enqereyê de hatibû qetilkirin. Yekemîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqerê hat dîtin. Mûstafa Dogan û parêzera wî Atiye Eren di danişînê de amede bûn. Piştî danasîna nasnameyan, dadgehê dest bi danişînê kir. Di destpêkê de Dogan xwe parast û piştre diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike.
Parêzera wî jî got ku “Mafê hemû mirovan heye ku mafê xwe yê rexneyê bi kar bîne. Divê siyasetmedar vê yekê qebûl bikin. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”
Dadgehê piştî navbereke kurt, biryara xwe aşkere kir û 10 meh cezayê girtîgehê li Mûstafa Dogan birî.