Çeteyên Erdogan li Brukselê konê Kurdan şewitandin

Konê Kurdan ê li dijî komkujiyên dewleta Tirk li paytexta Belçîka Brukselê hat vedan, hat şewitandin. Endamê Komîteya Amadekar Xebat Ocalan diyar kir, piştî ku Erdogan ew hedef nîşan da, kon ji aliyê çeteyên Erdogan ve hatiye şewitandin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên AKP/Qesrê li Bakurê Kurdistanê dike, li ber avahiyên Parlamenta Ewropa û Komîsyona Ewropa yên li paytexta Belçîka Brukselê kon hatibû vedan. Lê belê beşek ji vî konî duh bi şev hat şewitandin.

Endamê Komîteya Amadekar Xebat Ocalan da xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tê kirin, wan ji rayedarên welatê lê dijîn destûr stendin û di vê çarçoveyê de çalakiya protestoyî dane destpêkirin. Xebat Ocalan got, "Lê belê dewleta Tirk a faşîst û Serokkomarê wê Tayyîp Erdogan bi rojane konê me hedef nîşan didin. Bi rêya çapemeniya xwe, kampan ya lînckirinê li hemberî me da destpêkirin. Zîhniyeta AKP a faşîst ku li Kurdistanê komkujiyan dike, sînor jî derbas kiriye û êdî nikare xwe li Kurdên li derveyî welat dijîn jî rabigire. Jê bê wê Kurdên li Ewropayê dijîn jî qetil bike. Di encama vê kampanyayê de duh bi şev beşek ji konê me ji aliyê faşîstan ve hat şewitandin."

Ocalan bang li polîsên Belçîkayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û got, "Em bang li hikûmet û emniyeta Belçîkayê dikin ku li hemberî faşîstên AKP'ê bi berpirsyariya xwe rabin."

Xebat Ocalan ragihand, ji bo sererastkirina beşa şewitî ya kon ew di nava hewldanan de ne û destnîşan kir, ku çalakiya wan wê bidome.