Çeteyên DAIŞ û polîsên Tirk hatin şermezarkirin
Çeteyên DAIŞ û polîsên Tirk hatin şermezarkirin
Çeteyên DAIŞ û polîsên Tirk hatin şermezarkirin
Li navçeya Silopî ya Şirnexê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Li Wan, Stenbol û Enqereyê jî êrîşên polîsên Tirk ên li dijî xwepêşandanên Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û tevlîbûna Hevserokên Rêxistina DBP'ê yên navçe û bajarokan, Hevşaredarên navçe û bajarokan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û hezaran welatiyan meş hat lidarxistin. Di meşa ku li ber avahiya DBP'ê destpê kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmayên "Bijî berxwedana Kobanê" , "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin gotin.
Piştî ku girse heya navenda bajar meşiya careke din hate ber avahiya DBP'ê û li vir ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina DBP'a Silopiya Asûman Kulter daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên li hemberî Kobanê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî pêk tên.
Kulter got ku ev êrîş bi armanca têkbirina Şoreşa Rojava tên meşandin û wiha berdewam kir: "Bêguman bi van êrîşan dixwazin ramanên Serokatiyê yên di Rojhilata Navîn de bûne model ji holê rakin. Ji ber ku rûnîştina modela Rojava, hem naskirina kantonên Rojava ne, hem jî naskirina ramanên Rêber Apo ne."
Kulter di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya Kobanê rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêzên hegemonîk dixwazin di sedsala 21'emîn de gelê Kurd careke din parçe bikin. Lê bila baş were zanîn ku, em tu carî dest ji Kobanê bernadin û nahêlin Kobanê bikeve devê gurên xwînxwar."
Pişti axaftina Kulter girse bi çepik û dirûşmayan belav bû.
LI WANÊ HELWESTA POLÎSAN HATE ŞERMEZARKIRIN
Bi banga rêxistina DBP’ê ya Wanê bi sedan kes li ber DBP’ê ya navçeya Îpekyoluyê kom bûn û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û helwesta polîsan ên li hemberî çalakiyan derketiye holê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên “Her der Kobanê her der serhildan” vekirin û dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG'ê” hatin gotin.
Di çalakiyê de wenêyên Yunus Aktaş û Hamît Caner ên di çalakiyên şermezarkirinê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin hatin vekirin. Serokê DBP’ê yê Wanê Musa Îtah axivî û diyar kir ku ruhê serhildanê îro berxwedana Kobanê de şikleke serkeftinê derketiye holê.
Îtah di berxwedana Kobanê de yên jiyana xwe ji dest dane jî bi bîr anî û wiha got: “Li Wanê bi hezaran welatî ji bo piştgiriyê bidin Kobanê derketin qadan. Lê bes, polîsên Tirk welatiyên bi navê Yunus Aktaş û Hamit Caner qetil kirin û sedan kes birindar kirin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan dawî bû.
DAYIKÊN AŞTIYÊ ÇÛN SERDANA AVAHIYA NY'YÊ
Dayikên Aştiyê jî bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û ji bo vekirina korîdora alîkariyê ji bo Kobanê, çûn serdana avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Enqereyê, balyozxaneyên Elmanya, Fransa, Îngîlîstan û Hollandayê û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Her çendî hewl dan ku nehêlin dayik biçin hundirê avahiyê, lê dayikan bi israr xwest bi rayedaran re hevdîtinê bikin.
Piştî israra dayikan, çûn hundir û bi qasî saetekê bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de dayikan gumanên xwe yên der barê rewşa Kobanê de ragihandin û da zanîn ku ew ditirsin zarokên wan ên li Kobanê şer dikin jiyana xwe ji dest bidin. Dayikan bêdengiya NY'yê rexne kirin û da zanîn ku divê li hemberî êrîşan evqas bêdeng nemînin. Dayik çûn serdanên balyozxaneyên Elmanya, Fransa û Îngîlîstanê.
LI ZANÎNGEHA STENBOLÊ ÇALAKÎ
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê jî bi armanca şermezarkirina nîşanî êrîşên alîgirên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî xwendekarên Kurd û şoreşger pêk tên û helwesta polîsan, li ber Fakulteya Fenê ya Zanîngehê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi desteka hikûmeta AKP'ê êrîş dikin. Ciwanan bal kişandin ser helwesta polîsên Tirk ên li dijî xwendekaran û dan zanîn ku li zanîngehan alîgirên çeteyan êrîşî wan dikin, polîs û rêveberiyên zanîngehan li şûna alîgirên çeteyan bigirin, xwendekarên mexdûr binçav dikin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku 33 xwendekar hatine binçavkirin.