Çeteyên DAIŞ avahiya Heyva Sor a Kurdistanê şewitandin
Çeteyên DAIŞ avahiya Heyva Sor a Kurdistanê şewitandin
Çeteyên DAIŞ avahiya Heyva Sor a Kurdistanê şewitandin
Çeteyên DAIŞ agir berdan avahiya Heyva Sor a Kurdistanê ya li başûrê Kobanê li ser rêya Helebê.
Nûçegihanên ANHA yên li herêmê diyar kirin çeteyên DAIŞ ên di şerên duh li hemberî YPG’ê de derbeyên giran xwarin depoya malzemeyan a aîdî Heyva Sor a Kurdistanê ya li başûrê Kobanê li ser rêya Helebê şewitandin.
Depoya mijara gotinê ji aliyê saziya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ve alîkariyên dihatin Kobanê têde diparastin, têde hejmareke kêm malzemeyên tibî, derman û gelek şîrê zarokan hebû.