Çeteyan li ser malê talanê emîrê xwe Ebû Mûsap girtin

Çeteyan li ser malê talanê emîrê xwe Ebû Mûsap girtin

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li ser nakokiyên hundurîn û şerê parvekirina malên gel ên hatine talankirin û diziyê emîrê xwe yê Girê Spîr (Til Ebyad) Ebû Musap girt. 

Têkçûna li hemberî hêzên YPG’ê, nakokî û şerê di navbera komên çekdar de zêde kirin. Piştî şerê li ser parvekirina malên gel ên ku hatine talankirin, dizîn ku di encamê de 2 payebilindên Ehrar El-Şam û koma Suxana ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ve hatin kuştin, komên ku li dijî kurdan şer nekin jî bi kuştin û îxanetê hatin tehdîtkirin.

Herî dawiyê jî ev nakokî di navbera Dewlet El-Îslam bixwe de jî derketin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzî heman komê hatine girtin, ji ber şer û pevçûnên li ser van nakokiyan Emîrê Dewlet El-Îslam ê Girê Spî (Til-Ebyad) Ebû Musap ji aliyê rêxistina wî bi xwe ve hate girtin.

Hate gotin ku Dewlet El-Îslam ekîbek ji 3 kesan pêk tê ku 2 ji wan Tunusî yek jî Iraqî ye, ji bajarê Reqayê şandiye Til Ebyadê û Ebû Musap daye girtin. Li gorî agahiyan Ebû Musap piştî hate girtin birin Reqayê û li wir tê pirsyarîkirin.

Ebu Musap piştî êrîşên komên çekdar di 20’ê Tîrmehê de ji aliyê şervanên Eniya El-Ekrad (Eniya Kurd) ve hatibû girtin, lê piştre bi şertê ku sivîlên di destê çeteyan de bêne berdan, serbest hatibû berdan. Lê heman koman welatiyên sivîl bernedabûn û heyeta navbeynkar jî girtibûn.