Çeteyan êrişî taxa 1 Mayis kirin: 2 kes birîndarin

Çeteyan êrişî taxa 1 Mayis kirin: 2 kes birîndarin

Çeteyên madeyên hişber piştî êrîşa li hember taxa Maltepe Gulsuyê, vê carê êrişî taxa 1 Mayis a Umraniyê kirin. Di encama êrîşa bi kêran a li dijî şoreşgeran de 2 kes birîndar bûn. 

Koma êrîşkaran a ji 20 kesan, duh saet di 22.00 de bi wesaîtan hatin kolana Uç Bînbîr a komeleyên sosyalîstan lê ye û kêr û satoran êrîşî şoreşgeran kirin.

Niştecihên herêmê agahî dan ANF'ê û diyar kirin, ku di encama êrîşa bi sator a çeteyan de kesek ji sînga xwe û situyê xwe, kesê din jî ji kasên xwe birîndar bûye. Herdu ciwan rakirin nexweşaneyê, birînên wan hatin dirûtin û rewşa wan niha başe