'Çeteya Gulsuyu' êrîşî ESP'ê kir
'Çeteya Gulsuyu' êrîşî ESP'ê kir
'Çeteya Gulsuyu' êrîşî ESP'ê kir
Li Taxa Gulsuyu vê sibê çeteya Gulsuyu, ya li du ciwanên endamên Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGD) xistin, êrîşeke çekdarî li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)'ê pêk anî, 3 kes ji lingên xwe birîndar bûn.
Çeteya bi navê Gulsuyu ya vê sibê li Taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepe êrîşî du ciwanên endamên Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGD) kir, nêzî saet 12.55’an jî êrîşeke çekdarî li dijî avahiya navendê ya ESP’ê pêk anî.
Di êrîşê de du endamên SGD’ê û xwendevanekî Partîzan birîndar bû. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kartal.
Li taxê vê sibê du ciwanên ku bi munasebeta Mîhrîcana Huner û Çanda Hayat a 7’emîn ku dê bê lidarxistin dadiqaldin rastî êrîşa koma çete hatin û her du ciwanên bi navê Sînan Sagir û Aykan Şîmşek birîndar bibûn. Hat ragihandin ku rewşa her duyan jî ne xeter e.
Çeteyên li Gulsuyu, êvara 24’ê Tîrmehê jî Cebraîl Gunebakan ê endamê SGD’ê ji zikê wî bi guleyê birîndar kiribûn. Li hemberî çeteyên ku berê jî êrîşî BDP’ê kiribûn, gelê Taxa Gulsuyu çalakî li dar xistibûn.