Çeteya Gulsûyû dîsa êrîşî avahiya ESP'ê kir

Çeteya Gulsûyû dîsa êrîşî avahiya ESP'ê kir

Li Gulsûyû, çeteyan cara sêyemîn bi çekan êrîşî Rêxistina ESP'ê ya Navçeya Maltepeyê kirin.

Li taxa Gulsûyû ya navçeya Maltepeyê, çeteyên ku gelek caran bi çekan êrîşî gel û avahiya ESP'ê ya navçeyê kirin, duh bi şev careke din bi çekan êrîşî avahiya ESP'ê ya navçeyê kirin. Êrîş nîvê şevê, dema kes li avahiyê tinebû, rû da. Seroka ESP'ê ya Navçeyê Zelal Armûtlû da xuyakirin ku danê sibê şêniyên taxê li wê geriyane û got, "Ev êrîş ranawestin. Em matmayî mane. Divê tavilê tedbîr werin girtin."

Rêxistina ESP'ê ya Navçeya Maltepeyê beriya niha du caran li êrîşên çekdarî rast hatibû û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn.