Çeteya Gulsuyu bi ulkuciyan ve girêdayî ye

Çeteya Gulsuyu bi ulkuciyan ve girêdayî ye

Endamên koma çete ya li Taxa Gulsuyu êrîşî endamên BDP, ESP, SGD û gel kirin û polîsan piştgirî da wan, di sîteya bi navê www.ulkucuhaberajansi.com de wek welatparêzên ku li dijî terorîstan şer dikin hatin nîşandan.

Di vê sîteyê de ji bo endamên komên çete ev xusûs tên destnîşankirin, "Ev bûyer di rastiyê de weke ku niha tê gotin ne mijareke narkotîkê ye. Têkoşîna komeke ku naxweze serî bitewîne.”  

Çeteya ku êrîş pêk anî, li taxê wek dûvika “Çeteya Sakarya” tê zanîn. Ev çeteya ku bi navê “Çeteya Gulsuyu” tê naskirin bazirganiya narkotîkê dike, bi darê zorê pereyan ji esnafan kom dike, li hemberî endamên partiyên siyasî, gel û esnafan berê jî gelek êrîş pêk anîbûn. Ev pêkutiyên vê çeteyê di demên dawî de zêde bûne. Di nav hefteyekê de ku 9 kes hatine birîndarkirin 3 caran jî li hemberî Avahiya ESP’ê êrîş pêk hatiye.

Armanca van êrîşan jî ev e ku endamên partiyan û gel li hemberî çetetiyê, jidêrketinê û narkotîkê têkoşînê pêş dixin. Nêrîneke hevpar e ku desteka dewletê li pişt vê çeteyê heye.