Çete sivîlên li Mûsilê weke mertal bi kar tînin
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Tê gotin, çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li nava bajêr ji bo xwe weke mertal bi kar tînin.
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Tê gotin, çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li nava bajêr ji bo xwe weke mertal bi kar tînin.
Sivîlên li nava bajêr dijîn, bi rêya telefonê ji saziyên çapemeniyê re ragihandin, ku çete nahêlin sivîl ji Mûsilê derkevin. Li gorî şêniyekî bajêr, çete sivîlan dişînin malên çeteyan û bi vî rengî dikin ku bibin hedef.
Tê gotin, çete bi vê yekê ve dixwazin di bomberdûmanên gengaz de sivîl bibin hedef û bi vî rengî rewatiya operasyonê ji holê rakin.
Rêveberên Wîlayeta Nînovayê jî li ser mijarê agahî da û piştrast kirin ku çeteyên DAIŞ'ê di nava hewldaneke bi vî rengî de ne.