Cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê ku vegeriyayî ser xaka xwe
Cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê bi navê Silêman Ozmen ku piştî 40 salî vegeriya ser gundê xwe yê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê.
Cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê bi navê Silêman Ozmen ku piştî 40 salî vegeriya ser gundê xwe yê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê.
Silêman Ozmen ê 63 salî, beriya bi 40 salî bêgav mabû ku gundê xwe biterikîne. Ozmen ji bo ku vegere ser gundê xwe Kfernasê ku bûbû kavil, beriya bi salan xaniyê xwe nû dikir.
Ozmen heftiya bihurî dema ku dîsa vegeriyayî gund da ku xaniyê xwe çêbike, komeke cerdevanan a ku ji şeş kesan pêk dihat êrîş bire ser.
Cerdevan bi kepçeyê çûne gund, ji Ozmen xwestin ku gund berde, Ozmen got ew ê giliyê êrîşkaran bike. Ozmen ragihand, êrîşkan jê re gotin, ''Dewlet em in'' û berê çekê dane serê wî.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyaê Ozmen got, ''Ev bi salan e ji bo ku vegerim ser axa xwe têdikoşim lê kesên ku ji xwe re dibêjin zarokên axê ne, cerdevanan jî didin rex xwe, nahêlin ku ez bikevim gund. Dibêjin cihê me li gund nîne. Tapûyên me hene. Malên me xirbe ne. Em dixwazin mala xwe ji nû ve çêbikin û lê bi cih bibin lê nahêlin.''
Ozmen ê ku ji ji ber êrîşan bêgav ma ku ji gund derkeve xwest ku raya giştî destekê bidiyê.