Cerablusiyan banga "Me rizgar bikin" li YPG'ê kirin

Cerablusiyan banga "Me rizgar bikin" li YPG'ê kirin

Erebên ji Cerablusê ji çeteyên DAIŞ’ê reviyan diyar kirin ku çeteyan li ser wan zor bikar aniye û  ew li benda roja ku YPG bajarê wan rizgar bike ne. Cerablusiyan gotin: “Ev ne Ereb in. Xerabên her neteweyî hatine gel hev û bajarên me dagir kirine. Em hem bang li Ereban û hem jî li Kurdan dikin. Em bibin yek. Em bang li YPG’ê jî dikin. Divê me jî rizgar bikin."

DAIŞ’a ku her gel û her çandî hedef digire, tirs li ser Ereban jî ava kirine û jiyan li wan teng kiriye. Ev demek dirêj e DAIŞ’a ku bajarê Cerablusê kontrol dike, li ser Cerablusiyan tirsek mezin afirandiye û welatiyên Cerablusê diyar kirin ku ew li benda roja ku YPG û YPJ wan rizgar bike ne.

ÎXVAN AFIRAND

3 esnafên Cerablusî ku malbatên wan li Cerablusê dijîn, ji ber ewlehiya wan navê xwe nadin. Her sê Cerablusiyên ku li Rihayê dijîn gotin, me rizgar bikin. Mamosteyê ku der barê rewşa bajar de agahî da û nivûsa bajar 25-30 hezar e û got ku ji sedî 80’yê welatiyan reviyane û ji Kurdên ku ji sedî 20 jî  ji sedî yek mane. Mamosteyê Cerablusê got "Ereb û Ekrad li axa Sûriyê bûne yek û ti pirsgirêk di nav wan de tine û wiha got: “Di salên 80’ê de Îxwan-î Muslim (Birayên Musliman) li djî rejîmê şer kirin û Kurdan li dijî rejîmê helwest girt û piştgirî nedane wan. Lê ev ne rast bû.  Ji ber ku herî zêde Kurdan ji rejîmê zirar dît. Lê ev îdîaya Îxvan di nava hinek Ereban de hat pejirandin. Van Ereban hîmê DAIŞ’ê ava kir. Îro jî bi hesta tolhildanê nêzî wan dibin.

EREB Û KURD BIRA NE

Mamoste diyar kir ku li Girê Spî, Serêkaniyê, Heleb, Şamê her Kurd bi hev re dijîn û got: “DAIŞ’ê dema di êrîşa Kobanê de gundek desteserkirin û 17 hezar dolar girtin dest. Bang li Ereban kirin ku ji bo xenîmetê bigirin bên dora Kobanê. Gelek Erebên çûn di şer de bikaranîn û rê li ber mirina wan vekir.  Niha gelek gundên Kurd jî dagir dikin. Ev teqez tişta ku Ereb bikin nîne. Ev talanker ji her neteweyî dertên. Gelek Kurd jî di nav de hene."

HEFTEYÊ KESEKÎ SERJÊ DIKIN

Esnafê Cerablusê jî da zanîn ku di nava DAIŞ’ê de gelek Konyayî dîtine û gelek kesên bi nasnameya Tirkiyeyê di nava çeteyan de ne. Esnaf got: “DAIŞ ji bo ku tirsê ava dike hefteyê carekê kesekî li ber çavên her kesî jêdike. Em êdî nikarin ji malê xwe derkevin. Ji ber ku em nizanin wê çi bê serê me. Em nikarin cigareyê bikişînin. Her der qedexe kirine. Nahêlin jin cihekî wan vekirîbe. Mêr nikarin şalên tend li xwe bikin. Kes nikare cigareyê bikişîne. Lê emîrê wan dikişînin.”

DIVÊ YPG ME RIZGAR BIKE

Esnafê din ê Cerablusê ku wesayîtan tamîr dike jî got ku yek ji emîrên DAIŞ’ê ji Misirê ye û di axaftinek ku bi bavê xwe re de bûye şahid û got: “Emîr ji bavê xwe re gotiye; 'Werin vir, li vir jin pir in, ev der gelek xweş e. Hûn li wir çi dikin, werin vir. Ev der cihê herî xweş ê cîhanê ye. Pere pirin. Dest ji wir berdin û werin vir.'”