Cenzeyê 5 gerîlayên HPG’ê ber bi warê wan ve hatin oxirkirin

Ji 9 gerîlayên HPG/YJA-Star ên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê 5 gerîlayan piştî hate teşxîskirin û şûn de ber bi warê wan ve hate oxirkirin.

Ji gerîlayên HPG/YJA-Star Zozan Agirli (Ronahî Cîlo), Resûl Abdil (Firat Ûrmiye), Bêrîvan Erciyes (Newroz) û Hafiz Ek (Akîf Bismil) ên ku di 22’yê Cotmehê de li bejahiya navçeya Pilur a Dersimê di encam bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî ku cenazeyê wan ji aliyê malbatê wan ve li Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Meletiyê hate teşxîskirin û şûn de ber bi warê wan ve hate oxirkirin. Di dema teşxîskirina cenazeyan de MEYA-DER, rêveberên HDP’ê jî li gel malbatan cih girtin.

Cenazeyê Zozan Agirlî birin gundê Nizirat ê girêdayî navenda navçeya Gever a Colemêrgê, Bêrîvan Ercîyes jî birin naçeya Licê ya Amedê, Hafiz Ek jî birin navçeya Bismil a Amedê, cenzeyê Resûl Abdîl jî ji bo definkirin ber bi navenda Wanê ve bi rê ketin. Ji bo gerîlaya YJA-Star Agirlî piştî merasîma ku saet 11:00’an li navçeya Gevar bê li dar xistin û şûn de wê li gundê lê jidayîkbûye defin bike. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Resûl Agdîl yê ku malabatan xwest bibe Rojhilatê Kurdistanê li ser vê yekê rejîma îranê destûr neda, wê li Wanê bê definkirin.

Li aliyê din cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Sankur (Serbest Cîpran) ê ku li gel 7 hevriyên xwe di 3’yê Mijdarê di encama bomberdûman balafên şer ên li devera Kizilmecscît a Geliyê Pilurê ya Dersimê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata ve li saziya ATK’ê ya Meletiyê hate teşxîskirin. Piştî bi wêneyên nîşa malbatê dan hate teşxîskirin û şûn de mînaka xwînê dan nexwşexaneyê. Piştre cenaze ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Ji bo definkirina cenazeyê Sankûr ji aliyê malbatê ve ber bi gundê Kulanik ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê ve ketin rê. Li ser bedenên cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku di 3’yê Mijdarê de di encama bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dabûn şopa şewatê hebûn, ev jî dide nîşandan ku çekên kîmyewî bikar anîne.