Cenevre-4 di nava rewşeke ne diyar de dest pê dike

Hevdîtinên Cenevre-4 sibe dest pê dike. Hê ne diyar e bê Kurd vê carê tevlî hevdîtinan bibin yan na.

Di rewşekê de ku mezintirîn hêza siyasî û leşkerî ya li herêmê Kurd tevlî hevdîtinan nebe, wê di bin navê komên bi navê 'mûxalefetê' de berjewendiyên siyasî yên dewletên dixwazin li herêmê xwedî mafê gotinê bin, bên nîqaşkirin.

Hevdîtinên Cenevre-4, wê bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra de, bi navê 'Lêgerîna li çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê', li buroya NY a li bajarê Cenever yê Swîsreyê, sibe dest pê bikin. Der barê beşdarên hevdîtinan de, NY heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye. Hê ne diyar e bê nûnerên Kurdan, ku mezintirîn hêza leşkerî û siyasî ya li ser rûyê erdê ye, tevlî hevdîtinan bibin yan na.

Rayedarên PYD'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dan xuyakirin, ku ji bo tevlî hevdîtinên Cenevre-4 bibin, heta niha ti vexwendîname negihîştine ber destê wan. Li gorî agahiyên ji kûlîsan hatin bidestxistin, DYA û Rûsya ku li herêmê xwedî mafê gotinê ne, dixwazin Kurd tevlî hevdîtinên Cenevre-4 bibin.

DI BIN NAVÊ MÛXALEFETÊ DE WÊ LI SER BERJEWENDIYÊN KÊ NÎQAŞ BÊ KIRIN?

Di nava rewşeke welê de, ku piştî rejîma Esad Heleb kontrol kir ji bilî Kurdan ti hêzeke mûxalîf a girîng li ser rûyê erdê nema, tê meraqkirin ku di hevdîtinên Cenevre-4 de di bin navê mûxalefetê de danûstandin bi kê re were kirin. Cenevre-3, ku di demeke xurt a hin hêzên mûxalîf de pêk hat, bi ser neket. Di rewşa heyî de, ev hêzên ji xwe re 'mûxalîf' dibêjin, li ser rûyê erdê qels bûne û ti bersiva xwe nîne. Lewma di rewşeke bi vî rengî de, ne diyar e bê bi van hêzan re çi bê nîqaşkirin.

Di danûstandinên Cenevre 1, 2 û 3 de, ku nûnerên Kurdan tevlî nebûn û ev danûstandin bi ser neketin, li şûna çareseriyeke siyasî, nîqaş li ser berjewendiyên siyasî yên dewletên dixwazin li herêmê serdest bin, hatibû kirin. Di danûstandinên Cenevre-4 de jî, li şûna siberoja gelên Sûriyeyê, xuya ye wê dîsa nîqaş li ser berjewendiyên hêzên dixwazin li herêmê serdest bin, bê kirin.

CENEVRE WÊ JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ BI SER NEKEVE

Danûstandinên Cenevre-4 piştî civînên Astana yên têkçûyî pêk tê, ku ev civînên li Astana bi pêşengiya Tirkiyeyê, Rûsya û Îranê hatin lidarxistin. Eşkere ye ku di hevdîtinên Cenevre-4 de wê li ser navê gelên Sûriyeyê çareserî yan jî serketinek dernekeve holê. Li civînên ku Kurd nîne, dewletên dixwazin li herêmê serdest bin, wê bi destê komên tevlî danûstandinan dikin, vê carê hewl bidin projeyên xwe bi hev bidin pejirandin.

LI CENEVRE-4 WÊ NÎQAŞ LI SER ÇI BÊ KIRIN, WÊ KÎ TEVLÎ BIBE?

Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra çend roj berê daxuyaniyek da û got, "Li Sûriyeyê em gelekî nêzî çareseriyeke siyasî ye. Di sala 2017'an de wê şerê li Sûriyeyê biqede." Mîstûra diyar kiribû, di hevdîtinên Cenevre-4 de wê mijarên; guhertina siyasî, pêşnûmeya destûra bingehîn û qanûna hilbijartinê bên nirxandin.

Hevdîtin wê sibe dest pê bike. Li ser navê rejîmê wê heyetek lê amade be. Her wiha li ser navê qaşo Komîteya Bilind a Muzakereyê, ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar destekê dide wan wê heyetek lê amade be. Wekî din tê payîn 10 kes bi navê mûxalefeta leşkerî tevlî bibin.