Cenazeyên şervanên YPG'ê Agrî û Rojdem spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Agrî û Rojdem spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Rênas Cemîl ê bi nasnav Rojdem û Ehmed Kamil ê bi nasnav Agrî yên ku di encama êrîşa çeteyan a li dijî gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Cenazeyê herdû şervanên YPG'ê ji bajarê Til Temir ji aliyê hezaran kesî ve hate wergirtin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Wêneyên şervanên YPG'ê hilgirtibûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG'ê re berz dikirin.

Ji vir welatiyan cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ve oxirkirin. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştgre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, YPG û malbatên şervanên YPG'ê Agrî û Rojdem axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana YPG'ê hate silavkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG'ê bi diruşmeyan spartin axê.

Sicîlên şervanên YPG'ê wihaye:

Nav û paşnav: Rênas Cemîl

Nasnav: Rojdem

Li Til Temir jidayîkbûye û di berxwedana li gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe jidest daye.

Nav û paşnav: Ehmed Kamil

Nasnav: Agrî

Li Til Temir jidayîkbûye û di berxwedana gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe ji dest daye.