Cenazeyên gerîla Nuda û Amed hatin girtin

Cenazeyên gerîla Nuda û Amed hatin girtin

Cenazeyên gerîlayên Şaziye Saydut û Murat Topaloglu ku ji bo testa DNA’yê biribûn Saziya tipa Edlî ya Stenbolê, ji aliyê malbatan ve teslîm hat girtin. Malbatan cenaze birin Mêrdîn û Çewlîkê.

Gerîlayên HPG’ê Şaziye Saydut (Nuda Mardîn) û Murat Topaloglu(Amed Bîngol) ku di sala 2012’an de li herêma Geliyê Dostkî a navçeya Gever a Colemêrgê şehîd ketibûn, biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Malbatan cenza piştî kar û barê testa DNA’yê teslîm girtin. Cenazeyê Saydut û Topaloglu birin Mêrdîn û Çewlîkê. Ligel malbat û sedan kesî parlamenter Sebahat Tuncel, nûnerên BDP’a Stenbolê, nûnerên YAKAYDER’ê tevli mersîmê bûn.

Posterên Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşme berzkirin. Di merasîmê de nûnerê YAKARDER’ê Welat Demîr axivî û got: “Ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Lê dîsa ber Saziyên Tipa Edlî ji gelê kurd re bûye mesken. Hêviya me eve ku ji vir şûnde dilê dayikan neşewite, demildest aştî pêk were.” Piştî Demîr Tuncel mafê axaftinê girt û got di nava mehekê de 6 hevalên xwe oxirkirine.

Tuncel da zanîn ku bi despêkirina pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re AKP polîtîkaya ‘êdî cenaze nayê’ dimeşîne û wiha got: “Ger cenazeyê nayê ev bi saya Birêz Ocalane. AKP ji bo vê pêngavan navêje. Ji bo şer pêk her tiştî dike.  Li Çiyayê Bagot leşkeran êrîşê  gora gerîla kir. AKP qaşo dibêje bila aştî pêk were. AKP ya ku tehemulê miriyê kurdan dê çawa aştiyê bîne. Ev êrîş bi awayekî vekirî şere.

EM LIGEL ŞEHÎDÊN XWE NE

Bavê Saydut, Mehmet Saydut axivî û got: “Ev şehîdên Kurdistanê ne. Kurdistan îro nexweş e. Tedawiya vê nexweşiyê jî xwîna şehîdane. Bila kes li pey şehîdan negirî. Heta dawiya xwîna şehîdan ez dê di riya wan de bim.

Birayê Topaloglu, Burhan Topaloglu jî axivî û got ew ne tenê birayê Murat, birayê hemû şehîdane.

Pitşî axaftinan cenazeyê Saydut şandin Mêrdînê û yê Topaloglu şandin Çewlîkê.