Cenazeyên Cûbûrî û hevsera wî hatin veşartin

Cenazeyên Cûbûrî û hevsera wî, ku duh êvarê li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Cenazeyên Serokê Koma Ereb a Meclîsa Bajarê Kerkûkê Mihemed Xelîl El Cûbûrî û hevsera wî Nîran Seddar, îro danê sibehê li gundê Topzawa yê li başûrê Kerkûkê, bi merasîmekê hatin veşartin.

Tevî girseyeke qelebalix, gelek siyasetmedarên Kurd û Ereb jî beşdarî merasîmê bûn.

Serokwekîlê Meclîsa Giştî ya Bajarê Kerkûkê Rebwar Talabanî li merasîma cenaze daxuyaniyek da û anî ziman ku bûyerên bi vî rengî yên terorê bi serê hemû nasnameyên etnîkî hatine, ne tenê Erebên Sûnî hedef hatine girtin. Talabanî got, "Teror, bêyî cihêkariyê bixe navbera nasnameya etnîkî, hemûyan hedef digire. Ya girîng e ew ku pêşî li van cînayetan bê girtin. Pêwîste ji niha û pê ve şexsiyetên siyasî baştir werin parastin û walîtî û hêzên ewlekariyê bêhtir bi baldarî tevbigerin."

Endamê Parlamenta Iraqê Halît Mefrecî jî di axaftina xwe ya li vir de bang li Serokwezîrê Iraqê, Walîtiya Kerkûkê û hêzên ewlekariyê kir, ku destûrê nedin siyasetmedarên Sûnî yên Ereb bên qetilkirin û berpirsyaran derxînin pêşberî dadgehê.