Cenazeyên Bagişçilar û Akman ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin defnkirin

Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Nîzamettîn Bagişcilar li Manîsa, cenazeyê Gokhan Akman jî li Denîzlî bi merasîman spartin axê.

Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Nîzamettîn Bagişcilar li Manîsa, cenazeyê Gokhan Akman jî li Denîzlî bi merasîman spartin axê.

Cenazeyê Nîzamettîn Bagişcilar ê di komkujiya Enqere jiyana xwe ji dest da li gundê Mutevellî yê navçeya Saruhanli ya Manîsayê hat definkirin. Cenazeyê Bagişcilar li Salihliyê hat pêşwazîkirin û bi konvoyekî qelebalix anîn Mutevellî. Dema cenazeyê Bagişcilar anîn malê lorîkên Kurdî hatin barandin. Piştre cenaze birin mizgefta gund û piştî wecîbeyên olî li goristana gund hate definkirin.

Birayê Bagişçîler Nevzat Bagişçîler diyar kir ku ew jî çûbû mîtîngê û wiha got.: "Em ji bo aştî pêk bê çûbûn Enqere û tevlî mîtîngê bibûn. Birayê min di têkoşîneke civakî de jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê biryarê min şehîdê hemû civakê ye û şehîdê Kurdistanê ye."

Cenazeyê ciwanê bi navê Gokhan Akman ê 21 salî yê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li Taxa Kizilkaya ya Denîzlî hat definkirin. Kesên dixwestin tevlî merasîma cenaze bibin nasnameyên wan kom kirin. Xwendekarên ji Uşakê ji bo merasîma cenaze hatin û hevalên wî yên Denîzliyê hatin xwestin tevlî merasîma cenaze bibin lê destûr nehat dayîn.

Akman piştî wecîbeyên olî hat definkirin.