Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê Mehmet Calp û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz li navenda Amedê û Cenazeyê Mehmet Biçecek jî li navçeya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.
Ji 10 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Liceyê di operasyona nokteyî de 3 gerîlayên HPG'ê Mehmet Biçecek (Renas Amed), Mehmet Calp (Şervan Koçer) û Mehmet Zülfikar Kaçmaz (Xebat Xançepek) jiyana xwe ji dest dan li Erxeniyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Malbatan piştî cenazeyên zarokên xwe ji saziya Tipa Edlî ya Meletiye wergirtin ber bi Amedê ve birêkirin. Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girseya ku reveberên BDP'ê jî di nav de hebûn siloganên "Şehît namirin", "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Cenazeyên 3 endamên HPG'ê bi girseyî ber bi Amedê ve birêkirin. Cenazeyên endamên HPG'ê li Tesîsa Petrla Dogru ji aliyê parlamenterên BDP'ê Emîne Ayna, Nursel Aydogan, rêveberên MEYA-DER'ê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, rêveberen BDP'ê jî di navde jialiyê sedan kesan ve bi sloganên "Şehit namirin" hatin pêşwazîkirin.
Cenazê gerîlayê HPG'ê Mehmet Bîçecek bi karwanekî mezin bi sloganan ber bi gundê Sîlokê yê navçeya Farqîna Amedê ve bi rê kirin. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Calp û Kaçmaz jî bi karwanê ku ji sedan maşîne pêk dihat birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê definkirin. Girsê di merasima li goristana Yenîkoyê de wêneyên 10 endamên HPG'ê ku di heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rakirin. Dîsa alên PKK'ê hate vekirin. Dema cenazeyên endamên HPG'ê li mizgeftê hatin şuştin, girsê bê navber sloganên "Tolhildan", "Qatil Erdogan", "Ey şehit riya te riya me ye", "Bijî serok Apo" behz kirin.
Dema cenazeyên HPG'îyan dihatin definkirin polîsan bi maşîneyên tirxî û TOMA tedbîrên mezin li dora goristanê girtin. Girsê darbestên HPG'iyan bi alên kesk, sor û zer pêçan û li ser milan heta gorê meşiyan. Girsê di meşê de bê navber slogana "Holhildan" û "Şehît namirin" berz kirin.
Girsê dema cenaze defin kirin rêz girin û "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Dayika HPG'î Mehmet Calp Xezen Calp diyar kir ku dema bi Rêberê Gelê kurd re ev hevdîtin pek dianîn ev operasyon pêk anîn û ger ku bi rastî samîmi bin wê demê divê teqez dawî li van operasyon û kuştinan bînin. Wê demê divê ger ku çekên kimyewî pêk anîbin bi lezgîn hesabê vê yekê bidin." Girsê piştî axaftinan sloganên "Şehit namirin" berz kirin û derbasî mala sersaxiyê ya Pasûriyan bûn.
Cenazê endamê HPG'ê Mehmet Bîçecek bi karwanekî mezin bi sloganan ber bi gundê Sîlokê yê navçeya Farqîna Amedê ve bi rê kirin. Cenazeyê Bîçecek li gundê Silokê yê Farqînê bi girseyî hate deginkirin.