Malbatên 2 gerîlayên HPG'ê cenazeyên zarokên xwe ji Meletiyê wergirtin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mesut Yildirim (Demhat) dê sibê li Qosera Mêrdîn û cenazeyê HPG'î Hakan Tezel (Masiro) jî dê sibê li Êlihê bi girseyî bên definkirin.
Malbatên 5 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Liceyê di operasyona nokteyî de di nava 10 endamên HPG'ê de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin hatin Meletiyê. Malbata Mehmet Biçecek (Renas Amed) ê ji Amedê, malbata Mesut Yildirim (Demhat) ê ji Qoserê, malbata Mehmet Zulfîkat Kaçmaz (Xebat Xançepek) ê ji Amedê, malbata Mehmet Calp (Şervan Koçer) ê ji Mêrsînê û malbata Hakan Tezel (Masiro) ê j Êlihê ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin, serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan.
Malbatan pişti serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan, malbata endamê HPG'ê Mesut Yildirim (Demhat) û malbata Hakan Tezel (Masiro), çûn morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyên zarokên xwe tespît kirin.
Malbatan bi silonganên "Şehît Namirin" cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbatan piştî cenazeyên zarokên xwe wergirtin ber bi Êlih û Mêrdînê ve bi rê ketin. Cenazeyên gerîlayê HPG'ê Tezel dê sibê li Goristana Îpregaz a Bahçelievlera Êlihê û cenazeyê Yildirim jî dê sibê li goristana Xemziya ya Qosera Mêrdînê bê definkirin.
Malbatên gerîlayên HPG'ê Mehmet Biçecek (Renas Amed), Mehmet Calp (Şervan Koçer), Mehmet Zulfikar Kaçmaz (Xebat Xançepek) jî cenazeyên zarokên xwe nas kirin. Malbatan piştî cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin, li bendê ye ku sibê cenazeyên zarokên xwe ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirin. Malbat dê cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê sibê li Amedê defin bikin.
Malbata Ertem Karabulut (Numan Amed) û Faruk Dolu (Agit Amed) ji bo cenazeyên zarokên xwe teslîm bigirin roja înê hatibûn Meletiyê, ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dabûn.