Cenazeyê xuşk û bira Ayaz û Nûpelda hatin veşartin

Cenazeyên Ayaz û Nûpelda Guloglu yên di encama teqîna amûreke nêzî qereqoleke leşkerî ya li navçeya Pulur a Dersimê de miribûn, li gel hev hatin veşartin.

Teqîn roja Duşemê li gundikê Çakilçeşme ya girêdayî gundê Bîlgeç pêk hatibû.

Di teqînê de Ayaz Guloglû (8) û Nûpelda Guloglû (4) mirbûn.

Cenazeyên Guloglû yên xuşk û bira, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Zanîngeha Firat a Xarpêtê û şûnde, ji aliyê malbatê ve hate girtin û bi girseyeke qelebalix hatin veşartin.

Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onal, Hevşaredarê Dersimê Fatîh Memet Macoglû, Waltiyê Dersimê Tûncay Sonel, nûnerên partî û saziyên civaka sivîl û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Li ser gotina Meleyê Mala Cemê yê ji Xarpêtê hatî ya ‘Em ê li gorî destûrên dewleta me ya mezin merasîma cenaze bikin’ bû sedema nerazîbûna kesên tevlî marasîmê bûbûn. Li ser nerazîbûnan Pîr Zeynel Batar di merasîma cenaze de ji bo pêkanîna wecîbeyên olî pêşengtî kir.

Bav Alî Ekber û dayi Cebriye Guloglû ên tevlî merasîmê bûn bi zorê xwe li ser lingan digirt. Apê zarokan Zeynel Guloglû yê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî got: “Me texmîn dikir ku mayîn teqiyaye, lê dema ku me cenaze dîtin, me dît ku teqîna madeyeke cuda bû. Em nizanin madeya teqiyayî çi ye û ji kû hatiye. Her sal diçin wir. Ew cih cihekî ku mirov û lawir diçinê ye. Ti pirsgirêkek a ji bo çûna wê tinebû. Ji bo wê nizanin bê ka ew madeya teqemeniyê çawa hatiye wir. Dozger li ser lêkolîna kirî ti agahî bi me re parve nekiriye. Dozger anî ziman ku bila bimînin benda rapora otopsiyê.”

Ap Guloglû bal kişand ku dema li herêmê lêkolîn kirin agahî nedane wan, Qerqola Kûşlûca ya li herêm tenê 15 deqe ji herêmê dûr e.