Cenazeyê Paramaz Kizilbaş hat dîtin
Cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst Sûphî Nejat Agirnasli yê par li Rojava di şerê li Girê Miştenûrê de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin.
Cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst Sûphî Nejat Agirnasli yê par li Rojava di şerê li Girê Miştenûrê de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin.
Cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê di Cotmeha sala 2014'an de li Rojava di şerê li Girê Miştenûrê de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin. Bavê Kizilbaş Hîkmet Hacûn bi rêya hesabê xwe yê medya civakî re ragihand ku cenazeyê kurê wî hatiye dîtin.
Bav Hîkmet Hacûn got, "Piştî 15 mehan me cenazeyê Nejat dît. Li gorî daxwaza Nejat, em ê cenazeyê wî weke 'şoreşgerekî enterasyonalîst' li xaka Rojava, li Kobanê di rojên pêş de li şehîdgehê veşêrin. Em ê wî emanetî hevrêyên wî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bo Rojava ya azad şer kirin, bikin."