Cenazeyê Ebrû Tîmtîk wê îro li Gaziyê bê veşartin
Cenazeyê Ebrû Tîmtîk wê îro li Goristana Gaziyê bê veşartin.
Cenazeyê Ebrû Tîmtîk wê îro li Goristana Gaziyê bê veşartin.
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, li ser wasiyeta wê wê îro li Goristana Tîmtîkê li ber gora dayika wê bê veşartin.
DESTÛR NEDAN BIRAYÊ WÊ
Birayê Tîmtîk Barkin Tîmtîk ku li Girtîgeha Sîlîvrî ye, ji bo tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. Lê belê dozgeriyê bi bahaneya şewbê destûr neda.
Cenazeyê Tîmtîk wê îro ji Cemxaneya Gazî ber bi Goristana Gazî ve piştî meşekê bê veşartin.