Cenazeyê Dîlan Kortak rastî astengiya polîsan hat
Cenazeyê Dîlan Kortak a li Stenbol ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Îzmîrê tê astengkirin
Cenazeyê Dîlan Kortak a li Stenbol ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Îzmîrê tê astengkirin
Cenazeyê Dîlan Kortak (19) a di serdegirtina malan a ji aliyê polîsan li Sancaktepe ya Stenbolê hat qetilkirin, ji aliyê malbat û HDP’ê ji Stenbol bi balefirê anîn Îzmîrê.
Cenazeyê Kortak, ji taxa Eskî Çermik a Karabaglar piştî karûbarên olî li mizgefta Şeyh Ahmed pêk anîn, piştre birin kolana ku malbata wê lê rûdinişt. Wesayîtên polîsan ên TOMA pêşîya girseyê girtin. Tevî di navbera mizgeft û kolanê 500 metre bû jî, polîsan dixwaze cenaze “Bi wesayîtê biçe.”
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û bepirsên HDP’ê yên bajar nîqaşa wan bi polîsan re berdewam e, girse li herêmê rawestandina xwe didomîne.
Cenazeyê Kortak wê li Goristana Bûca Kaynaklar bê defnkirin.